Heyeta KNK'ê li Silêmanî bi partiyên siyasî re civiya

Heyeta KNK'ê li Silêmanî bi partiyên siyasî re civiya

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç û endamê KNK’ê Xebat Muhammed îro li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li gel Partiya Pêşeroja Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê û endama Polît Buro ya YNK'ê Hîro Talabanî re hevdîtin kir.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ji Hevserok Nîlufer Koç û endam Xebat Mûhamed pêk tê, li dû danûstandinên xwe yên bi 11 partiyên siyasî yên li Hewlêrê, derbasî Silêmaniyê bûn. Heyetê li Silêmaniyê li gel Serokê Partiya Pêşeroja Kurdistanê Qadir Azîz,  Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Hemê Hecî û Endama Polît Buro ya YNK'ê û hevsera Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî Hîro Talabanî re hevdîtin pêk anî.

KNK’ê di van hevdîtinan de spasî ji wan partiyan re kir, ku mora xwe avêtin binê daxwaznameya ji bo Kurdên li Rojava di bin navê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî konferansa Cenevre-2 bibin. 

Di hevdîtinan de heyeta KNK'ê bal kişand ser girîngiya alîkariya bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî divê hîn bêtir kar bên kirin.

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç diyar kir ku îro pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd ji bo bi rêya diyalog û aştiyane bê çareser kirin şert û merc çê dibin. Koç di dewama axaftina xwe de got: “Em ji bo ku Kongereya Navneteweyî ya Kurdistanê bi tevlîbûna hemû partiyên kurd û rêxistinan pêk were israr dikin. Ji ber ku gelê me di mijara çêbûna kongreya neteweyî de bi hêviye. Kongreya neteweyî a Kurd ku wê pêk were li Kurdistan û Rojhilata Navîn wê bibe peyamek ji bo pêkhatina aştî û demokrasiyê. Dibe ku di siyaseta kurd de fikrên cuda derbikevin holê lê hemû partiyên siyasî û rêxistinên kurd di mijara çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên diyalogê xwedî tecrûbe ne. Weke KNK em li gel hemû partiyên siyasî yên kurd hin nîqaşan pêk tînîn. Me hevdîtinên li ser mijara pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd û pirsgirêkên ku li Rojava tên jiyîn çêkirin. Îro li  Sûriyeke demokratîk pêwîste mafê Kurdên li Rojava jî bêb dayîn. Di vê çarçoveyê de ji bo piştgiriya Kurdên Rojava em li gel hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hatin gel hev û hevdîtinên giring me pêk anîn.”