Heyeta BDP-HDP roja Şemiyê diçe Îmraliyê
Heyeta BDP-HDP roja Şemiyê diçe Îmraliyê
Heyeta BDP-HDP roja Şemiyê diçe Îmraliyê
Heyeta BDP û HDP'ê dê dawiya vê hefteyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Hat hînbûn, Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Pêvajoya Çareserî û Muzakereyê Berpirsyar Sirri Sureyya Onder, dê roja Şemiyê biçin Îmraliyê.
Pervîn Bûldan agahî da ANF'ê û got, "Eger rewşeke awarte neqewime, sibeha Şemiyê emê ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re biçin Îmraliyê." Bûldan ragihand ku heyet dê ji heman navan pêk were.
Heyeta ji Bûldan, Balûken û Onder herî dawî di 9'ê Mijdarê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.