Heyet ket ser rêya Oremarê
Heyet ket ser rêya Oremarê
Heyet ket ser rêya Oremarê
Piştî doh Tabura Oremar Çiyayê Geperê yê li hemberî gundê Şitazin bombebaran kir heyet ji bo li herêmê lêkolînan bike ber bi herêmê ve bi rê ket.
Doh Çiyayê Geperê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê Tabura Oremar ve hatibû bombebarankirin. Gelek leşkerên Qereqola Şitazin û cerdevanên gundên derdoran jî şandibûn Oremar. Piştî bûyer hate bihîstin ÎHD, MAZLUMDER, Baroya Colemêrgê, Rêxistina BDP'ê ya Geverê, Endamê Meclîsa BDP'ê Abîdîn Enîş, Serokê Meclîsa Giştî yê Colemêrgê Ferzend Yilmaz ji bo lêklînan bikin ber bi herêma Oremarê ve bi rê ket.
Heyet piştî bi Qeymeqamê Geverê re hevdîtin kirin dê biçin Oremar û piştî bi rayedarên leşkeran hevdîtin kirin dê li herêmê lêkolînan bikin.