Hevserokên BDP’ê û KCD çûn Qendîl
Hevserokên BDP’ê û KCD çûn Qendîl
Hevserokên BDP’ê û KCD çûn Qendîl
Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk û Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ji bo hevdîtinê bi rayedarên KCK’ê re pêkbînin çûne Qendîlê.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk û Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak şeva din derbazî Başûrê Kurdistanê bûne. Hate ragihandin ku, dê Turk û Kişanak hevdîtinê bi rayedarên KCK’ê re pêk bînin.
Herî dawî 12’ê Hezîranê Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Wekîlê Koma BDP’ê Pervîn Buldan hevdîtin bi rayedarên KCK’ê re pêkanî bû.