Hevpeymana civakî ya Rojava tê nîqaşkirin

Hevpeymana civakî ya Rojava tê nîqaşkirin

Komîsyona nîqaşkirin û amadekirina hevpeymana civakî ya ji aliyê Meclîsa Damezrîner ve hat wezîfedarkirin, xebatên xwe dewam dike. Komîsyona Amadekar li gelek deverên Rojava, bi nûnerên Ereb, Asûrî û gelên din û rêxistinên civakî yên sivîl re civînan lidar dixe û hewl dide pîvanên bingehîn ên hevpeymana civakî diyar bike.

Yek ji civînên li ser hevpeymana civakî ya Rojavayê Kurdistanê, li Dirbêsiyê hat lidarxistin. Tevgera Civaka Demokaratîk (TEV-DEM) bi armanca nîqaşkirina hevpeymana civakî ya Rojava bi nûnerên eşîrên kurd û ereban ên herêma Dirbêsiyê re civiya.

Civîna ku li navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Hisên Şawîş axivî û got ku Rojava di rewşeke hesas re derbas dibe. Şawîş, bal kişand ser rewşa heyî ya li Rojava û got:" Pêkhatiyên Rojava gavên baş avêtine, sazî û dezgehên xwe birêve dibin. Herî dawî jî sîstema xwe ya rêveberiya hevbeş pêş xistine. Ev gavên pir girîngin."

Şawîş, bang li hemû pêkhateyan kir ku biratiya xwe bi hêz bikin û li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan  li ser rêya azadiyê tevbigerin. Hisên Şawîş civîna Cenevreyê 2 bibîrx xist û da zanîn ku pêwîste kurd bi şandeyek serbixwe bi navê Desteya Bilind tevlî Cenevreyê bibin."

Di beşê dawî ji civînê de beşdaran bi awayekî berfireh jiyana hevbeş û biratiya gelan di herêmê de nîqaş kirin û destnîşan kirin ku pêwîste hevpeymana civakî rengînbûna herêmê li ber çavan bigre.

Cihekî din ê lê civînên li ser hevpeymaniya civakî hat lidarxistin Kobanê bû.

Bi armanca gotûbêjkirina paşûnameya hevpeymana civakî ya Rojavayê Kurdistanê duh li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi beşdariya hin endamên Partiya Demokratî Kurdî û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û gelek nûnerên rêxistin û Saziyên Civaka Sivîl ên bajarê civînek hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim der barê girîngiya hevpeymana civakî ji bo herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Muslim di axaftina xwe de diyar kir ku hevpeymana civakî mafê hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê diparêze.

Civîn bi gotûbêjkirina li ser navaroka hevpeymana civakî bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî hate avakirin, Komîteyek hate avakirin ku erka wê hevpeymana civakî ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê destnîşan bike.