Hevdîtina DYE û Îranê bi dawî bû
Hevdîtina di navbera DYE û Îranê de yên ku îro hatin lidarxistin "ji bo niha" bi dawî bûn. Nayê zanîn ku wê hevdîtinên ji nû ve dest pê bikin an na.
Hevdîtina di navbera DYE û Îranê de yên ku îro hatin lidarxistin "ji bo niha" bi dawî bûn. Nayê zanîn ku wê hevdîtinên ji nû ve dest pê bikin an na.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniya televîzyona dewletê de diyar kir ku muzakere bi dawî bûne, lê hîn ne diyar e ku wê hevdîtin ji nû ve kengî dest pê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku danûstandin di "atmosferek pir erênî" de pêk hatin û anî ziman ku ji bo pêşveçûnan “divê dîwarê bêbaweriyê were derbaskirin”.
Hat hînbûn ku alî ji bo nîqaşkirinê wê vegerin welatên xwe û piştre biryarê li ser berdewamiya hevdîtinan bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Omanê hevdîtinên “pir cîdî” yên di navbera DYE û Îranê de kêfxweşiya xwe anî ziman.
Bedir El-Busaîdî diyar kir ku Omanê di van hevdîtinan de rolek hêsankar lîstiye û got, “Ji bo zelalkirina raman û pêşveçûnên hem Îran û hem jî DYE’yê sûdwer bû. Armanca me ew e ku wexta dema wê were dîsa bicivin û encamên li Tehran û Washingtonê bi baldarî binirxînin."