HES a li Wanê, xwezayê dikuje

HES a li Wanê, xwezayê dikuje

Li navçeya Wan Bêgirî HES a Devtrij a li jor û jêrê Sûlav Bêgirî tê çêkirin, zerareke mezin dide xwezayê. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê BDP'yî û Serokê Komeleya Hawirdorê Alî Kalçik  da xuyakirin ku xebatên HES'ê kuştina xwezayê ye û got, "Eger bi vî rengî dewam bike, emê Sûlava Bêgirî wenda bikin. Banga hestiyariyê li raya giştî dikim."

Kalçik ragihand ku HES a Devtrijê, ku ji gundê Devtrij ê li rojavayê Bayîzaxayê destpê dike û li ser çemê Bendîmah-î hatiye avakirin, xwezayê dikuje û got, "Gava mirov rêya navbera navçeyên Baîzaxa û Bêgirî bînin ber çav, tê dîtin ku ev HES bandorê li ser erd û waregeha mirovan ên 24-25 kîlometreyî dike. Nêzî 25 km. rêgeha avê hatiye guhertin. Gundiyên Gumuştepe û keyayê gund Kutbettîn Gumuş dan xuyakirin ku HES'ê bandoreke neyînî li jiyana wan kiriye. Hat ragihandin ku 12.000 donum erdê gundiyan wêran bûye û berdêla zerara wan jî nehatiye dayîn.

Kalçik diyar kir ku rayedar di vî warî de bi alîgirî tevdigerin û 4 dozên hatine vekirin jî, ji aliyê rayedaran ve hatine redkirin. Kalçik ev yek bûye sedema mexdûriyeteke mezin û got, "Mirovên li qadên mijara gotinê dijîn, mexdûr mane, karê çandinî û xwedîkirina heywanan li ber tinebûnê ye. Mirovên li taxa Kandahar û Cevîzderesî dijîn gotin; bêhnek genî ji ava wan tê, heywanên wan nikarin ji vê avê vexun, gava ew bi vê avê çandiniyên xwe av didin zebzeyên wan hişk dibin, masiyê vî çemî yê xweser êdî zêde nayê dîtin, bi tinebûnê re rû bi rû ye."

Kalçik ragihand ku gundiyên Destrij, Gumupteşe, Gondurme, Akparan, Tutunok, Akirak û gelek malên li ser vê rêgehê ne, debara xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan dikin û got, "Gundiyên ku li hemberî vê rewşê derketine, rayedarên dadgehê bi gotina "ev der ne hewce ye" welatî bêdeng kirine. Çemê Bendîmah-î yê li herêmê, çavkaniyeke girîng a avdaniya çandiniya herêmê ye."

Kalçik bibîr xist ku beriya niha Şaredariya Bêgirî xwestibû li herêma mijara gotinê pirekê çê bike, lê belê Wezareta Karên Av û Daristanan destûra vê nedabû û got, "Wezareta ku li hemberî çêkirina pirê derket, li hemberî avakirina bendav û bicihkirina lûleyên ji beton ên li qada 25 kîlometreyî, bêdeng maye. Gava berjewendiyên deshilatdar û kapîtalîstan dibin mijara gotinê, ti girîngiya faûna û flora ya hawirdor û gel namîne. Diyar e ku ev pêkanîn wê bi ti awayî bi kêrî aboriya Bêgirî nebe, zerarê bide sîstema eko, flora û fûana, enerjiya jê derkeve holê jî, wê ji gelê Bêgirî re neyê dayîn. Ev yek ji bilî kuştina xwezayê, bi kêrî tiştekî nayê."