Heqê xwarina parêz ji girtî tê stendin

Heqê xwarina parêz ji girtî tê stendin

Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, rêveberiya girtîgehê heqê xwarina parêz (diyet) a girtiyê nexweş Nesîmî Kalkan ji wî distîne. Kekê Kalkan Salîh Kalkan (47) li dijî vê pêkanînê derket û got, "Dewleta ku azadiya birayê min jê dizî, di ser de ji ber xwarina didê, pereyê wî xesp dike."

Girtiyê nexweşê çolyak Nesîmî Kalkan, ku di 18 saliya xwe de hat girtin, cezayê girtîgehê yê bê dawî lê hat birîn û 23 sal in tê ragirtin, eger pereyê xwarina parêz a jê re tê dayîn nede, dê xwarinê nedin wî. Kalkan ku ji ber nexweşiya xwe neçare bi xwarina parêz xwe xwedî bike, bi pereyan vê xwarinê distîne.

Nesîmî Kalkan bi rêya kekê xwe û Serokê TUHAD-DER Şaxê Mêrdînê Adîl Başaran banga hestiyariyê li raya giştî kir û diyar kir ku ewê li dijî vê pêkanînê têkeve nava hewldanên hiqûqî.

“PERE NEBE, XWARINA PARÊZ JÎ NÎNE”

Kekê wî Salih Kalkan da zanîn ku birayê wî hînê di temenê zarokatiye de bi sedema endametiya PKK'ê hatiye girtin û cezayê bêdawî yê girtîgehê lê hatiye birîn û got, "Birayê min 23 sal in girtî ye û li Tirkiyê ti girtîgeh nemaye ku wî nedîtiye. Herî dawî beriya 2 salan anîn girtîgeha Mêrdînê."

Salih Kalkan anî ziman ku ji ber nexweşiya çolyak a dermanê bi tenê yê vê parêz e, birayê wî ji bilî xwarina parêz nikare xwe xwedî bike û got, "Rêveberiya girtîgeha Mêrdînê da xuyakirin ku eger heqê (pere) wê nede dê warina parêzê nedin wî. Niha em xwarinê bi pere dikirin."

DESTPÊKÊ AZADIYA WÎ HAT DIZÎN, NIHA JÎ TÊ XESPKIRIN

Salih Kalkan ragihand ku dewleta azadiya birayê wî diziye niha jî çav berdaye pereyan û anî ziman ku ji ber derfetên wan ên madî nîne, di dayîna pereyan de ew zehmetiyan dişînin. Kalkan diyar kir ku ev pêkanîna rêveberiya girtîgeha Mêrdînê sebra wan difurîne û destnîşan kir ku ne pîvana hiqûqî ne jî ya mirovahiyê tê naskirin.

“DÊ GILÎ WERE KIRIN”

Serokê TUHAD-DER Şaxê Mêrdînê Adil Başaran da xuyakirin ku di dema hevdîtina girtî de wî derfet dîtiye bi Nesîmî Kalkan re biaxive û got, "Ezê vê pêkanînê qebûl nekim. Rêveberiya girtîgeha Mêrdînê di warê pêkanînên li dijî hiqûq û mejî de, bi lez û bez dimeşe. Her roj navgîneke nû ya zextê tê bikaranîn. Divê raya giştî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne."

Başaran diyar kir ku Nesîmî Kalkan wê di demeke nêz de serî li ÎHD'ê bide û alîkariya hiqûqî bixwaze û dê giliyê vê pêkanînê bike.