Bi însiyatîfekê ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro li Boruya Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Qamişlo ji bo gotûbêjkirina birêvebirina pirojeya Rêveberiya Demî civîneke berfireh bi beşdariya nunerên hemû partî û hêzên siyasî li herêmê bi hemû pêkhateyên xwe hate lidarxistin.
Partî û aliyên siyasî yên beşdarî civînê bûne ev in: “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Asûriya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Kombûna Ciwanên Sûriyaya Dayîk, Kombûna Xiristiyanên Sivîl, Desteya Kordînasiyona Neştîmanî, Partiya Demokratiya Kurdên Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratiya Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Komînîsta Kurdistanê, Partiya Aştî û Demokratîk li Sûriyê , Koma Neştîmaniyên Sûriyê, Rêxistina Yekîtiya Star, Rêxistina Asûriyên Demokratîk, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, Rêxistina Neştîmaniya Ciwanên Kurd, Desteya Bilind a Kurd û gelek kesayetên serbixwe.”
Civîn li ser pêşniyar û nêrînên hemû aliyên beşdar hate meşandin. Endamê Desteya bilind a Kurd Aldar Xelîl di civînê de wiha axivî: “Kurd bi pirojeya xwe naxwazin Sûriyê parçe bikin, lê dixwazin rêveberiyeke demî ji hemû pêkhateyên herêmê û ji bo bibe mînaka demokrasiyê û hermên din ên Sûriyê jê sûd werbigirin, ava bikin.”
Her wiha beşdaran girîngî dane destpêkirina pirojeyê ji ber ku piştgiriya helwesta hemû aliyan dike û mafê wan di kongira Cenevre 2 de diparêze.
Di dawiya civînê de beşdaran ji bo avakirina komîteyekê ji hemû pêkhateyên herêmê li hev kirin. Her wiha ji bo civîneke berfireh di rojên bê de were lidarxistin û ji bo nêrîn werin gotûbêjkirin û rêziknameyek ji pirojeyê re were dayîn û dest bi pirojeyê were kirin bang hate kirin.
Komîteya dê were avakirin ji 4 endaman û 2 nuner ji Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, 2 nuner ji ENKS’ê, nunerek ji pêkhateya Ereb û nunerek ji Suryan û Asûriyan pêk were. Civîna dê were lidarxistin di demeke nêz de û kesên beşdarî civînê nebûne jî dê werin vexwendin.