Helbestvanê Kurd Arjen Arî li ser gora xwe hate bîranîn

Helbestvanê Kurd Arjen Arî li ser gora xwe hate bîranîn

Helbestvanê Kurd Arjen Arî di yekemîn salvegera wefata xwe de bi merasimek ya ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve li Goristana Asrî ya Yenîkoya Amedê li ser gora xwe hate bîranîn.

Malbata Arî, Serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer, rêveberên komara Tîroj û Evrensel, nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz, Hogir Berbir û hevalên Arî tevlî merasima bîranê bûn.

Di merasima bîranînê de kurê Arî Behzat Arî helbesta ku ji bo bavê xwe nivîsandî xwend, dayîka Arî nekarî xwe bigire û li ser gorê girî. Serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer di merasimê de axivî û got: “Arî di wêjeya Kurd de xwediyê kesayetekî pir bihêz bû. Tişta ku dikeve ser milê me xwedî derketina li wêjeya Kurd û pêwîste em li ser rêya Arjen Arî biçin. Dema ku ez Arjen nebînim ez xwe nebaş hîs dikim.”

Piştî axaftinan, di merasima bîranînê de qurnefîl danîn ser gora Arî û merasim bidawî bû.

Arjen Arî sala 1956’an li Mehserta Mêrdînê ji dayîkbûye. Sala 1979’an de li Enstituya Perwerdeyê ya li Amedê beşa zimanê Tirkî xilas kir. Demekê Tirkî nivîsand, lê piştre bi Kurdî nivîsand. Sala 1976’an ji ber sûcê belavkirina danezanan dest danîn ser helbestên wî. Helbestên wî cara yekem di kovara Tîrêj de hatin weşandin. Xasenezer, Payîza Peyvê, Antolojiya Helbesta Bakûr, Destana Kawa û Azhî Dehaq, Eroutîka weke van gelek pirtûkên wî hene.