HDK'ê li hemberî Danîmarka nerazîbûn nîşan da
HDK'ê li hemberî Danîmarka nerazîbûn nîşan da
HDK'ê li hemberî Danîmarka nerazîbûn nîşan da
Meclîsa Amed a Kongreya Demokratîk a Gelan bang li Danîmarkaya ku lîsansa kanalên, NÛÇE TV, ROJ TV û MMC betal kir da ku wê biryarê paşde bikişîne.
Di daxuyaniya ji aliyê meclîsê hat kirin de hat destnîşankirin ku di merheleya 2’yemîn a pêvajoya çareseriyê de gengeşeyên ku pêvajoyê sabote dikin li pey hevdu rû didin û biryara Dadgeha Kopenhagê ya der barê ROJ TV, NÛÇE TV û MMC de jî di vê çarçoveyê de hat nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat ziman ku bi israr gelê Kurd ji mafê agahî wergirtina bi zimanê xwe bêpar tê hiştin û ev maf tê astengkirin. Daxuyanî wiha berdewam dike: “Betalkirina lîsansan darbeyeke mezin e ya li hemberî çapemeniya azad û bi awayekî azad agahî û nûçe wergirtina gelê Kurd. Di demên pêşiya me de em ê bibînin bê ev biryar di encama çi bazariyan de hatiye girtin.”
Di berdewamiya daxuyaniya HDK’ê de ev xusûs tên destnîşankirin: “Gelê Kurd tu carî serî li hemberî neheqiyan netewandiye û bêdeng nemaye. Em bang li gelê xwe yê li herêmê, Ewropa û her wiha parêzvanên çapemenî û ragihandina azad dikin da ku li NÛÇE TV, ROJ TV û MMC xwedî derkevin. Û em bang li Danîmarkayê jî dikin da ku tavilê dest ji vê biryara dij-huqûqî berde.”