Hate gotin ku Desteya Kurd dê tevlî kongireya Muxalefetên Sûriyeyê bibe

Hate gotin ku Desteya Kurd dê tevlî kongireya Muxalefetên Sûriyeyê bibe

Şandeya Desteya Bilind a Kurd ji bo ku tevlî kongireya Muxalefeta Sûriyeyê bibin çû Paytexta Misrê Qahîrê.

Çavkaniyên nêzî Desteya Bilind a Kurd diyar kir ku, şandeyek ji Desteyê duh di seetên sibê de çû serdana Misrê da ku tevlî kongireya Aliyê Demokratîk a Muxalefeta Sûriyeyê ku dê di 11-13’ê Gulanê de were lidar xistin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku, Desteya Bilind a Kurd ji aliyê kongireyê hatiye vexwendin. Kongere dê ji bo yekîtiya hêzên Muxalefeta Sûriyeyê were lidar xistin, da ku karibe Sûriyeyê ji rewşa tundiyê derbixe.

Heman çavkanî da zanîn ku, heger ku Muxalefet mafê gelê Kurd qebûl neke, dê şandeya Desteya Bilind vegere Rojavayê Kurdistanê û wek nûnerê fermî ya gelê Rojavayê Kurdistanê karê xwe yê rêxistinkirinê bidomîne.