Hamas: Heta niha li Şerîda Xezeyê 38 hezar û 584 kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ku Şerîda Xezeyê bi rê ve dibe, diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve 38 hezar û 584 Fîlîstînî hatine kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an dema destpêkirina şer û vir ve di êrişên Îsraîlê de 38 hezar û 584 kes hatine kuştin.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 141 kes hatin kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 88 hezar û 882 kes jî birîndar bûne.