'Hakî Karer sembola biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de ye'
'Hakî Karer sembola biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de ye'
'Hakî Karer sembola biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de ye'
Me der barê şert û mercên ku ciwanên tevgerên şoreşger ên salên 1970’an di nav debûn, jiyan û têkoşîna yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera PKK’ê Hakî Karer ji Metîn Aslan ku yek ji kadroyên dema îdeolojîk e pirs kir. Aslan pirsên me bersivand û wiha got: “Her kesê ku hewl bide şoreşger û tevgerên şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş bike beriya her tiştî divê behsa hin şexsiyetên girîng ku mirov nikare behsa wan neke bike. Beriya 12’ê Adara 1971’ê û di pêvajoya nifşê 68’an de Denîz, Mahîr û Îbrahîm wek şexsiyetên mezin û rêberên qehreman hatin nasîn û hatin binavkirin û rê li ber pêşketinên girîng di nav tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê de vekirin. Bi feraseteke ku hemû Rojhilata Navîn û Filistîn digirt nav xwe tevdigeriyan û têkoşîn dikirin. Fikir û kesayeta Hakî Karer jî di bandora nifşê wê demê de şekil digire. Lêgerînên xwe yên siyasî û îdeolojîk hîn zêdetir di nav tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê de dibîne û ji THKP-C re hezkirina Wî pêş dikeve. Li ser vî esasîdi nav lêgerîna danûstendin û pêşxistina pêwendiyan de ye. Wek şexs di pêvajoyên cuda yên serpêhatiya jiyan û têkoşînê de ku pêngavên yekemîn avêtine û rê li ber çi encamên girîng vekirine; dîtin û fêmkirina van pirr girîng e”.
‘JI ZAROKATÎ, JIYAN Û TÊKOŞÎNA HAKÎKARER ÇEND DETAY’
Metîn Aslan wiha behsa zarokatî û jiyana Hakî Karer dike: “Hakî Karer, li navçeya Ordu Ulubey di nav malbateke ku di halê xwe de ye û bi hilberîna findiqandebara xwe dikin tê dunyayê. Piştî ku dibistana seretayî û navîn li Ulubey dixwîne, dibistana amadeyî jî li Ordudixwîne. Dema Hakî Karerdi dibistana amadeyî refa 2 de ye, Kemal Pîr jî tê û li wê derê qeyda xwe çêdike. Hakî Karer heya wê demê sempatîzanê THKP-C ye. Bi taybet di pêvajoya berxwedana kedkarên findiqan a dawiya sala1960’îû destpêka sala 1970’î ku bi pêşengiya Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê ji vê berxwedanê re, bû wesîle ku Hakî Karer THKP-C’yê ji nêz ve nas bike û pêwendiyan deyne. Hakî Karer di temenê xwe yê ciwan de ku hîn li dibistana amadeyî refa 2 de ye, li ser Kemal Pîr xwedî bandoreke mezine. Hîn di wê dem û wî temenî de xwedî formasyon û hêza fikrî ye. Dîsa xwedî hêza îfade û bandorkirinê ye. Dema ku Hakî Karer ji dibistana amadeyî de mezûn dibe û tê Enqereyê, li Fakulteya Fen qeyda xwe çêdike û li vir dest bi xwendinê dike. Darbeya 12’êAdarê ya leşkerî, çewisandin û belavkirina Tevgerên Şoreşger ên Tirkiyeyê, îdamkirina rêberên wan tevgeran û bêserîhiştina wan tevgeran di Hakî de bêhêvîtiyeke ciddî nade avakirin. Ew bi şoreşeke li Tirkiyeyê û hewcedariya tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê bawer dike. Lêbelê şert û mercên wê demê pirr neyênî bûn. Darbeya 12’ê Adarê ne tenê ew tevger çewisandin, her wiha li Tirkiyeyê tu tevgereke sosyalîst û şoreşger nehişt. Ji tevgerên kedkaran ên legal bigire heya hemû tevgerên şoreşger ên îllegal rastî êrîşeke dijwar a tunekirinê hatin. Heta rewşenbîr jî hatin girtin, di êşkencexaneyan de rastî êşkenceyanhatin. Di wan êşkencexaneyan de ji bo carekedin kes serî li hemberî dewlet û pergalê raneke, her tişt hat kirin.”
Aslan wiha didomîne: “Hakî Karer di wê demê de wek xwendekarekî li Enqereyê ligel ciwanên şoreşger û demokrat dimîne û her tim bi wan re di navpêwendiyan deye. Hertim dixwîne, lêkolîn dike û heta pirtûkên ku wê demê qedexebûn digihîje dest wan û dixwîne. Hakî Karer her tim bi derdor re li ser encama wendakirina tevgerên şoreşger nîqaşan dike. Di wê demê de Rêber Apo jî hatiye girtin. Piştî ku Rêber Apo ji girtîgehê derdikeve, yekser tê mala ku Hakî Karer lê dimîne. Tê mala ku li Anittepe ya Enqereyê û li vê derê bi cih dibe. Jixwe ew mala xwendekaran e û Rêheval Fuat (Alî Haydar Kaytan) jî lê dimîne. Di pêvajoya ku Rêbertî di girtîgehê de ye bi awayekî ciddî li ser mijara wendakirinê fikirî ye û nîqaş kiriye. Ew fikir û ramanên xwe jî bi awayekîbi rêk û pêk bi Hakî Karer re parve dike. Her tim bi Hakî re di nav danûstendinên fikrî deye. Her wiha Rêber Apo ne bi rêya monolog, bi rêya diyalogan ramanên xwe sîstematîze dike û her tim bi nîqaşan ramanên xwe formule dike. Di pêvajoya îdeolojîk û avakirina gruba destpêkê de yê ku Rêber Apo her tim pêre di nav danûstendinên fikrî de bû, rêhevalê Wî yê herî mezin û nêzî Wî Hakî Karer bû. Hakî Karer yek ji kesên ku herî zedê bi Rêbertiyê re nîqaş, fikir û ramanên nû pêşxistin û li ser şoreşa Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurdistanê perspektîfên berfireh derdixistin holê û mirov dikare bêje di wan nîqaşan de rola kirde dilîstin. Rêber Apo,Hakî Karer ne tenê wek hevalekî ku di hêla entellektuel, îdeolojîk, teorîk û felsefîk de nîqaşan pêş dixe; her wiha wek şexsiyeteke girîng ku hêviya dahatûyagelê Tirk ûşoreşa Tirkiyeyê dide avakirin, dibîne û dinirxîne. A rast nêzîkatiya ji Hakî Karer re raber dike, nîqaşênku di nav resmiyet û ciddiyetê de birêve dibe îfade dike.”
‘XWEDÎDERKETINA LI MÎRASA TEVGERÊN ŞOREŞGER ÊN TIRKIYEYÊ, ERKA HER ŞOREŞGEREKÊ/Î YE’
Metîn Aslan bal dikişîne ser darbeya 12’ê Adara 1971’ê û tasfiyekirina tevgerên şoreşger û wiha pêde diçe: “Di wê pêvajoyê de hîn kesekê/î têkçûna ji ber sedema 12’ê Adarê ji ser xwe neavêtibû. Herkes di bin bandora psîkolojiya têkçûnê debû. Di kesên ku li derve mabûn de lêgerîneke ciddî nînbû. Rêberên wan tevgeran hatine tasfiyekirin, ên zîndanan de pevketine û yên li derve jî di nav bêhêvitiyeke mezin dene. Piştî efûya sala1974’an û şûnde yên ji girtîgehê derketin û li ser mîrasa rêberên Tevgerên Ciwanên Şoreşgerên û Demokrat ên Tirkiyeyê ketin nav hewldanên ku xwe bidin jiyan. Kesekê/î bi awayekî ciddî li ser watedayîna wê mîrasa heyî û sedemên têkçûnê û çawa wê karibin li hemberî wan tiştan rawestin nedifikîrin. Kêmasiyên heyî ji ku bandora xwe çêdikir û li ser vê mîrasê çi dikare bê zêdekirin, bi awayekîbi rêk û pêk analîz çênedibûn. Ji ber ku di mijara xwefedakirina ji bo şoreşê û bi her tiştên xwe ve ji bo civaka Tirk û Kurd pêşxistina xebatan û hewldan nîn bûn. Ên ji girtîgehê derketin hîn zêdetir li ser ‘Ka ez ê çawa ji vê mîrasê feydebigirim’tevdigeriyan. Hakî Karer di wê mijarê de nîqaşên pirr girîng pêş xistibûn û di nîqaşênxwe de jî gihiştibû astekê. Pirsgirêka Kurd bitaybetî ji Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan re pirsgirêkek bû ku teqez diviyabû hatiba nîqaşkirin û zelalkirin. Jixwe ew ji aliyê wan de wek yek ji pirsgirêkên herî bingehîn a Tirkiyeyê hatibû tespîtkirin. Di mijara,‘Emê bibin tevgereke mezin, şoreşê emê avabikin û emê vê yekê bibînin’, hêviyeke wisa mezin jî nîn bû. Di wê demê de şert û merc ew çend xerab bûn ku me digot,‘Em pêvajoya avakirinêya îdeolojîk xelas bikin jî pirr başe’. Wek me di serî de jî got, ên li ser mîrasa tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê rûniştin piştî derketina ji girtîgehê carekedin grup ava kirin û ev yek bi wate bû. Raste bi awayekî baş xwedî li vê mîrasê derneketin û analîzeke baş der barê têkçûnê de çênebû. Analîza dewleta Tirk û Kemalîzmê baş nehatibû çêkirin. Dema analîza Tirkiye dikirin, dîsa Kurdistan paşçav dikirin. Nikarîbûn bi awayekî objektîf û rast nêzî wan mijaran bibin. Heya pirsgirêka Kurd neyê dîtin, rastiya civaka Kurd neyê dîtin, destgirtina pirsgirêkên şoreşa Tirkiyeyê û analîzên civaka Tirk, her wiha di tespîtkirina dost û dijminên wê şoreşê de rast nêzîkatî neyê çêkirin vê bikevin şaşiyên gelek mezin. Yek ji pirsgirêkên herî mezin nayê dîtin. Ew yek nayê dîtin lê stratejiya vê şoreşê tê çêkirin. Muttefîk tên diyarkirin. Dost û dijmin tên destnîşankirin. Bêguman di serî de pirr aşkere tê xuyakirin ku ji hêla îdeolojîk ve dikevin nav şaşiyan û di vê mijarê de wê serketin jî neyê bidestxistin. Pêvajoya avakirina îdeolojîk ku di pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve û grup xwe bi navê şoreşgerên Kurdistanê avadikin û di pêşxistin û rêxistinkirina di nav ciwanan de Hakî Karer xwedî roleke girîng e.”
‘HAKÎ KARER DI JIYAN, TÊKOŞÎN Û HER QADÊ DE PÊŞENG BÛ’
Hakî Karer di nav ciwanên şoreşger de xwedî cihekî ewqasî rêzdar bû ku hemû tevgerên çep jêre rêzdar bûn. Mînak: Dema ku Hakî Karer şehîd ket, gelek şoreşgerên Tirk hatin Enqereyê û ji me re dan diyarkirin ku ew ji bo Hakî Karer amade ne bi her cureyî çalakiyan pêş bixin. Hakî Karer bi qasî ku di nav xebatên îdeolojîk, perwerde, nîqaş û lêkolînê de bû ew çend jî berpirsê rastî yê îdeolojîk bû. Û ji bo vê îdeolojiyê bigihîne hemû ciwanên şoreşger ên Kurd û gelê Kurd, bi taybet jî di mijara vegera welat de her tim ligel Rêber Apo cih girtiye û xwedî nêrîneke pozîtîf bû. Dema ku biryara vegera welat hat girtin, yek ji kesên ku destpêkê berê xwe da Kurdistanê Hakî Karer bû. Destpêkê tê Edeneyê û wek karkerê demsalê li cem gel kar dike. Bi karkerên demsalî yên Kurd re di nav bistan û bexçeyan de dixebite û pirsgirêkên wan guhdarî dike; di vê mijarê de wan di mijarên cuda de agahdar dike. Bi ciwanên karker ku xwendin û nivîsîna wan heye re têkiliyan pêş dixe û di wan de zanebûna neteweyî dide avakirin. Piştî bajarê Edeneyê jî derbasî Entabê (Dîlokê) dibe û li vir jî heman xebatanbi rê ve dibe. Li Entabê di nav ciwanên şoreşger û demokrat de derdoreke berfireh a alîgiran çêdibe û li nav karkerên demsalî de jî her wisa alîgirên wan çêdibin. Wan kesan jî xwe bi xwe perwerde dike û vê yekê jî bi avakirina malên komun rêxistin dike. Her şev di malên komun de perwerdeyan lidar dixe û hewl dide ku wan bike pêşengên têkoşîna Kurd a li Kurdistanê. Eger kesên ku karibin îdeolojiya PKK’ê, fikir û ramanên wê bigihînin gel nîn bin; gel xwe bi xwe nikare tê bigihîje û wê nikaribe pirsgirêka Kurd û Kurdistanê formule bike û bigihîje encamê. Yê ku wê îdeolojiyê bigihîne hemû gelê Kurd jî ew ciwanê rewşenbîr û şoreşger ên Kurd bûn. Li ser vê bingehê jî ciwanên rewşenbîr û şoreşger ên Kurd, ji bo ku karibin rastiyan bigihînin gel û ramanên şoreşgertiyê bi wan bide fêmkirin, teqez hewcedarî bi kadroyên pêşeng hebû. Hakî Karer, wan hewcedariyan dibîne û ji bo vê xebateke berfireh dide meşandin. Wê demê asîmîlasyon di asteke jor de bû. Ji ber ku revek ji çanda xwe heye û zimanê Kurdî jî zêde nayê bikaranîn, di qadên civakî yên cihêreng de û li qadên siyasî, aborî û hwd. de zimanê Tirkî tê bikaranîn. Jixwe li metropolên Kurdistanê ku Hakî Karer xebat lê bi rê ve dibir, ji ber ku ziman bi Tirkî ye qet zehmetiyan nakişîne. Lê belê ew hewldan ne hewldanên wisa besîtin ku em tenê behs bikin û derbas bikin. Hakî Karer, di berbanga sibehê radibe û diçe kar. Li bazaran hem hemaltiyê dikin, hem jî xebatên xwe birê ve dibin da ku pêdiviyên xwe yên cih, xwarin û vexwarinê pêk bînin û ligel wanciwanên şoreşger û pêşverû yên Kurd bi bandor bikin, wan perwerde bikin û bikin kadro. Hemû hewldanên Hakî Karer ji bo avakirina kadroyên pêşeng bû.”
(Dê bidome)