Gurgun Kûrt li Wanê hat veşartin

Gurgun Kûrt li Wanê hat veşartin

Gurgun Kûrt ê li Girtîgeha Xelatê ji ber nehat dermankirin xwîn rijiya ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

Li gel Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Wanê Fîgen Yaşar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên BDP'ê yên navçeyên Erdîş û Mûradiyê, Şaredarê Mûradiyê Îzzet Çelîk, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr, rêveberên TUYAD-DER û MEYA-DER'ê, girseyeke qelebalix cenazeyê Kûrt ji Morgal Navendî ya Tip a Nedîm Odabaş ser bi Zanîngeha Yuzuncu Yilê girtin û birin gundê Beşparmak ê navçeya Mûradiyê.

Girseya gel li gund cenaze hilgirt ser milê xwe û ber bi goristana gund ve meşiya. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Şehîdên Zîndanê Nemirin", "Hebûna Gurgun Kûrt ê 63 salî we ewçend tirsand" hatin vekrin. Cenazeyê Gurgun Kûrt, li dû nimêja li mizgefta goristanê, hat veşartin. Girseya gel tim û tim dirûşmên "Şehîd Namirin" qêriya û ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.

Parlamenter Uçer di axaftina xwe ya li vê derê de ji gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Em careke din Şehîdekî xwe dispêrin axê. Em hêvîdarin evê bibe ya dawî. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku xwedî li hevalên li zîndanan ê diyarkerên pêvajoya çareseriyê ne, derkevin. Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta ku girtiyên li zîndanan azad nebin, em jî azad nabin. Divê em ji bo vê têkoşîna xwe xurt bikin."

Li dû axaftinan, girseya gel dûa xwend û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" ji goristanê veqetiya.