Gunehbarê li Silêmaniyê hatî girtin: Em bi rêya Tirkiyê çûn Sûriyê

Gunehbarê li Silêmaniyê hatî girtin: Em bi rêya Tirkiyê çûn Sûriyê

Di 18’ê mijdarê li bajarê Silêmaniyê gûnehbarê bi navê S.H. ku li Sûriyê şer dikir, hat girtin. S.H. radigihîne ku li Sûriyê ligel kurdan şer dikirin û ew şerê li Sûriyê ti peywendî bi cîhadê ve nîne.

Di 18’ê Mijdarê li balafirxaneya bajarê Silêmaniyê tometbarekî kurd yê bi navê S.H. ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hat girtin. S.H. girêdayî rêxistinekî selefî ya bi navê Usbetil Mûhacirîn û el-Ensare ku li Sûriyê bi navê ‘Cîhadê’ şer dike.
Em bi armanca cîhadê çûn Sûriyê S.H. ragihand ku ew sala 1982’an li bajarokê Duzxurmatû yê Herêma Federal a Kurdistanê ji dayîk bûye. Li ser armanc û çawaniya çûna xwe ya Sûriyê S.H. ji televizyona Gelî Kurdistan re axivî û wiha got: “Em bi armanca cîhadê çûn Sûriyê. Ez û kesekî din bi hev re çûn. Em bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn. Me li wir peywendî ligel grûba Usbetil Mûhacirîn û el-Ensar danî. Piştre ez tevlî şerekê bûm û di wî şerî de 10 hevalên me hatin kuştin. Herwiha nêzî 35 kes ji yên din hatin kuştin.” S.H. destnîşan kir ku ti peywendiya wan grûbên Îslamî bi misilmantiyê ve nîne û wiha axivî: “Cebhet el-Nusra ligel kurdan şer dikir û şerê li dijî kurdan wekî cîhadê bi nav dikin. Tevî ku van grûbane paşgoya Misilmantiyê bi xwe ve kirine, lê di naveroka xwe de berevajî ola Îslamî kar dikin.”

HETA NIHA 12 KES HATINE GIRTIN

Heta niha 12 kes ji aliyê asayîşa Herêma Federal a Kurdistanê ve hatine girtin ku dixwestin biçin Sûriyê û tevlî grûbên terorîstî bibin. Di nava wan 12 kesan de çend kes hene ku ciwanan pal didin ku biçin Sûriyê. Ev 12 kesane li gor maddeya 2 a li dijî terorê hatine girtin û mamele li gel wan tê kirin. S.H. hinek tiştên veşartî yên derbarê grûbên îslamî de eşkere dike û wiha got: “Min gelek tiştên ne rast yên weke, derew, bê sozî û dizî dîtin. Hinek ketîbe hebûn xalên kontrolê danîbûn û nedihiştin bê pere ti kes derbas bibe. Pere ji wan distandin. Ji min re derket ku ev ne cîhade , her kes ji bo xwe û berîka xwe ye.” S.H da zanîn ku gelek tiştên berevajî hene û wiha got: “Berevajî şerîetêne. Dibêjin em bi navê Îslamiyetê cîhadê dikin, lê ne wisane. Gelek ciwan diçin û piştre têdigihin ku hatine xapandin.” S.H. vê bangê li ciwanên kurd dike û wiha berdewam kir: “Bi vî fikrî nexapin. Wekî ku xelkê fêm kirî, ew ne cîhade. Divê mirov ji bo welatê xwe hewl bide û welatê xwe ciwan bike. Ev ji her tiştî baştire.” Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyek ji GK TV re ragihand: “Me zanyariyên hûr bidestxistin ku tometbarekî girêdayî rêxistinekî terorîstiye û bi rêya geşta esmanî ya Stenbol-Silêmanî û balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê vedigere Kurdistanê. Piştî wê yekê jî tedbîr hatin girtin û piştî erêkirina dadwer, ew tometbar hat girtin. Lêkolîn li ser vê dosyeyê didomin.”