Gokkan: Em hemû kesî ji bo Rojava dewetî seferberiyê dikin

Gokkan: Em hemû kesî ji bo Rojava dewetî seferberiyê dikin

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan diyar kir ku, hewcehiyên ji bo Rojava tên komkirin divê li gorî lîsteyan bên amadekirin û dê sibê ji Nisêbînê alîkariyan bigihijînin Qamişlo. Gokkan banga ji bo Rojava ya seferberiyê kir.

Li bajarên bakûrê Kurdistanê kampanyayên bi armanca piştgiriyê bidin gelê Rojava hatin destpêkirin berdewam dikin û dê sibê ji Nisêbînê alîkariyan bişînin Qamişlo. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan anî ziman ku, divê alîkarî li gorî lîsteyan bên amadekirin û wisa ji wan re bên şandin û wiha got: "Alîkariyên ji Rojava re zêdehî 2 mehin berdewam dikin. Alîkar her hefte roja çarşemê li Deriyê Sînorê yê Nisêbînê derbaz dibin. Alîkarî hewcehiyekî gelek mezine. Ligel hewcehiyên sereke pirsgirêka derman, paqijî, ceyran û avê her roj zêde dibe. Her diçe Qamişlo vedigerînin qampa penaberan. Niha li wir milyonek kes dijîn. Em weke şaredarî bang li kesên rewşa wan baş û derfetên wan heyî dikin. Divê alîkariyên ji Qamişloyê re tên kirin zêde bibin."