Girtiyê nexweş Taylan Çîntay hat berdan

Girtiyê nexweş Taylan Çîntay hat berdan

Girtiyê nexweşê kanserê Taylan Çîntay ê 15 salin li girtîgehê ye û pênc caran emeliyat bû, piştî rapora Saziya Tipa Edlî hat berdan.

Girtiyê nexweşê kanserê Taylan Çîntay ê 15 salin li girtîgehê ye û pênc caran emeliyat bû, piştî rapora Saziya Tipa Edlî îro danê êvarê ji Girtîgeha Metrîs derket. Taylan Çîntay ku ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê veguhest Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê, roja 20'ê Gulanê li Beşa Urolojî ya nexweşxaneyê emeliyata kansera mîzdankê derbas kir. Çîntay herî dawî bi armanca tedawîkirinê biribûn girtîgeha Metrîsê.