Girtiyê ku li Amedê rakirin nexweşxaneyê firar kir

Girtiyê ku li Amedê rakirin nexweşxaneyê firar kir

Li Gîrtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiyê 24 salî bi navê Musa Adsiz ku ji ber sedema êşa wî hate rakirina Nexweşxaneya Nexweşên Didan, ji nexweşxaneyê reviya. Ji bo girtina wî xebatan lêgerînê hatin destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine Musa Adsiz yê ku ji ber sucên ‘Şelandinên mezin û birîndarkirina mirov’ li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dihate ragirtin îro ji ber êşa wî hate rakirina Nexweşxaneya Nexweşiyên Didan a li navenda Navçeya Sûrê.  Adsiz li vir bi dîtina firsetekê re li rexmê astengiya cendermeyên xebatkar jî reviya. Ekîba cendermeyan  ku ji bo girtina Adsiz şopandin çend guleyên hişiyariyê jî berdan hewayê. Girtî Adsiz ber bi Fiskaya Mevkî ve çû û şopa xwe winda kir.