Geverî dê bimeşin Girê Rahmo

Geverî dê bimeşin Girê Rahmo

Geverî, dê di 5'ê Tîrmehê de bimeşin ser yekîneya leşkerî ya li Girê Rahmo. Heta ku yekîneya leşkerî ji gir dakeve, wê çalakiya li gir dewam bike.

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Colemêrg Geverê, der heqê meşa xwe ya 5'ê Tîrmehê ya li hemberî yekîneya seyyar a leşkerî ya li Girê Rahmo, civîneke çapemeniyê lidar xist. 
Serokê BDP'a Geverê Nail Durmaz, diyar kir ku armanca wan ewe ku li dijî qereqolên seyar û yekîneyên leşkerî yên seyar ku pêvajoyê tev li hev dikin û provakasyonan derdixin dengê xwe bilind bikin û dawî li avakirina qereqol, yekîneyên seyar bîne. Durmaz, anî ziman ku dê sibê saet di 14.00'an de li ber Parka Çandê ya Avaşinê bicivin û bimeşin girê Rahmo yê 35 kîlometre dûrî Geverê. Durmaz, da zanîn ku ew dê ji 7 salî heta 70 salî badaniyên xwe bigirin cem xwe û li gel alavên xwarin, vexwarin û jiyanê biçin li Girê Rahmo nobetê bigirin. Durmaz, bang li her kesî kir û xwest tev li meşa wan a sibê bibin.