Gêrîlayê PKK’ê Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn

Gêrîlayê PKK’ê Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn

Li navçeya Yenîşehîrê endamên MEYADER’ê gêrîlayê PKK’ê Fahredîn Dogan li ser gora wî bibîr anî.

Amed

MEYADER’ê gêrîlayê PKK’ê Fahredîn Dogan ku di sala 1997’an de di pevçûnek ya li navçeya Yenîşehîra Amedê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî ya li Goristana Alîpar ya Yenîşehîrê bibîr anî. Di merasima bîranînê de xizmên gêrîla Dogan, rêveberên BDP’a bajar û navçeya Yenîşehîrê, aktîvîstên Dayîkên Şemiyê yên Amedê tevlîbûn. Pêşiya merasima bîranînê li ser gora gêrîla Dogan dua hatin kirin. Piştî duayan deqîqeyek rêz hate girtin.

Dayîka gêrîla Dogan Hayriye Dogan bilêv kir ku, dema zarokê xwe winda kir heta ku cenaze girtin û ew defin kirin gelek zehmetî kêşane û got: “Tu kes ji tirsan nêzî kona taziyê nedibû. 3 zarokên min şehîdin. Ez di şexsê wan de li ber hemû zarokên me yên şehîd bejna xwe ditewînim. Bi xwedî derketina li hemû bîranînên şehîdên demokrasiyê ez li beramberî wan bejna xwe birêz ditewînim.”

Merasima bîranînê bi duayan dawî bû.