Gerîlayan 27'ê Mijdarê pîroz kirin

Gerîlayan 27'ê Mijdarê pîroz kirin

35. salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hat pîrozkirin. Di merasîmê de li gel Endamên Konseya Fermandaran a HPG'ê Amed Pîran, Azad Sîser û ji Fermandarên YJA STAR'ê Evîn Amed gelek fermandarên gerîla amade bûn.

Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Amed Pîran di axaftina xwe ya li merasîma leşkerî ya salvegera damezrandina PKK'ê de diyar kir ku yên gelê Kurd ji ber tinekirin û mirinê rahişt û bi jiyana azad da nasîn, tevgera azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Pîran da xuyakirin ku ji bo hêjayî jiyana azad a Ocalan afirandiye bibin ew têdikoşin û got, "Rêber Apo, di demeke ku sîstema zext, qirkirin û înkarê derket asta herî bilind de, dest li vê dîrokê werda û di serî de gelê Kurd ji bo tevahiya gelên bindest perspekîfa çalakî û rêxistinî ya pêşerojeke azad û wekhev derxistiye holê. Lewma em 35. salvegera damezrandina partiya xwe li Rêber Apo pîroz dikin, bi dilsozî silav û rêzên xwe jê re dişînin. Dîsa em vê salvegera dîrokî li heval û gelê xwe pîroz dikin."

Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Azad Sîser jî da xuyakirin ku PKK di rastiya xwe de tevgereke Rêberiyê ye û di heman demê de partiyeke şehîdan e. 

Sîser axaftina xwe wiha dewam kir: "Di sekna azadiyê ya bi rastiya Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş û Ferhat Kûrtay dewam kir de bi Şerê Gel ê Şoreşger re fermandarên pêşeng ên berxwedana Şemzînan û Elkê Rûbar Mêrdîn, Mehmet Guyî, Rojîn Gewda, Kerîm Şirnex û Reşîd Serdar, bi berxwedaneke bê hempa tev li karwanê şehîdan bû."

Sîser diyar kir ku Rêbar Mêrdîn, Mehmet Guyî, Rojîn Gewda, Kerîm Şirnex û Reşîd Serdar fermandarên pêşeng ên Şerê Gel ê Şoreşger e û got, "Ev hevalên me yên li xeleka şehîdan a PKK'ê zêde bûn, bêguman hêz dan xeta PKK'ê û Rêberiyê. Em weke şopdarên şehîdan û milîtanên Apoyî, heta dilopa dawî ya xwîna xwe emê têkoşîna xwe dewam bikin. Jiyanek ji bilî vê ji me re heram e."