Gerîla Newal li ser milê jinan hat oxirkirin

Gerîla Newal li ser milê jinan hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Şîrîn Şems (Newal Sîdar) a ji Rojhilatê Kurdistana bajarê Makû, ku di pevçûneke li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da ji goristana bêxwediyan a Meletiyê hat derxistin û li ser milê jinan hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Şîrîn Şems (Newal Sîdar) a ji Rojhilatê Kurdistana bajarê Makû, ku di çalakiya li dijî Qereqola Harûna ya 14'ê Îlona 2012'an de jiyana xwe ji dest da, piştû ku Îranê destûra hatina cenaze neda, ji goristana bêxwediyan a Meletiyê hat derxistin û anîn navçeya Aigrî Bazidê.

Cenaze li ser rêya Wan-Bazîdaxayê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û bi meşekê anîn Goristana Bajêr a Bazîdê. Di meşê de li gel dê, bav û birayê Şems, Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Nûneriya MEYADER a Erdîşê û bi sedan welatî amade bûn. Li dû wecîbeyên olî deqeyek rêz hat girtin û cenaze dûre ji aliyê jinan ve hat veşartin.

Li dû kar û barên veşartina cenaze Nûnerê MEYADER ê Erdîşê Zeynel Abîdîn Çagan peyivî û got, "Ji her çar parçeyên Kurdistanê xwîna ciwanên me ji bo azadiyê dirijye vê xakê." Çagan destnîşan kir ku ruhê yekitiyê yê li çar parçeyan bi saya cangoriyên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, pêk hatiye.

Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Aksoy jî bal kişand ser girîngiya mertebeya gelê Kurd hatiyê û got, "Li Rojava bêhna azadiyê tê. Kurd êdî ji ti zor û zilmdaran natirse. Li Ewropayê pirsgirêka Kurd tê axivîn. Li Moskowa, li Amerîkayê pirsgirêka Kurd tê axivîn. Evana hemû bi saya têkoşîna şehîdan e. Divê em şehîdên xwe li ser her tiştî bigirin. Newal Sîdar rûmeta jinan e. Destê hemû dayikên şehîdan maçî dikim, hûn hemû rûmeta me ne."

Li dû axaftinan ji bo serdana sersaxiyê girseya gel derbasî Salona Konferansê ya Dîlan bû.