Galaya dokûmantera Roboskî hat kirin

Galaya dokûmantera Roboskî hat kirin

Li paytexta Fransa Parîsê, fîlmê dokûmanter ê derhêner û rojnamevan Bulent Gunduz ê bi navê 'Roboskî mon amour' (Evîna min Roboskî), ket vîzyonê. Di dokûmanterê de ji çavên hunermendan komkujiya Roboskiyê tê vegotin û cih ji qêrîna malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane, tê veqetîn.

Galaya dokûmanterê duh saet di 17.45'an de li avahiya şano ya Teatre Gymnase Marie Bell hat kirin. Di Galayê de Kurdistanî û dostên gelê Kurd amade bûn. Beriya nîşandana fîlm, derhêner Bulent Gunduz axivî û diyar kir ku wî ev dokûmanter bi derfetên xwe amade kiriye.

Gunduz di fîlmê "Roboski Mon Amour" de fîlmê klasîk ê Alain Resnais ku Handan Yildirim tê de rol girtiye "Hiroshima Mon Amour" bibîr dixîne û di fîlmê xwe de behsa rêwîstiyek ji Parîs-Stenbol-Amedê destpê dike û di salvegera komkujiya Roboskî de li Roboskî diqede, dike.

Di fîlm de Gunduz hewl dide dîmenê 24 cenazeyên li ser milan hatibûn hilgirtin û di mejiyê mirovahiyê de hatibû neqişandin, bikişîne. Lê belê dibêje, "Ne gengaze mirov vê êşê, vê komkujiyê di çarçoveyekê de bicih bikin."

Piştî nîşandana dokû-fîlm, hunermendan bersiv dan pirsên temaşevanan û dan xuyakirin ku ew dixwazin bi vî fîlmî re li gel hemû hewldanên dewleta Tirk jî, ji cîhanê re qada komkujiyê bikin. Gunduz ragihand ku hînê wan bi fîrmayeke weşanger re lihevkirin nekirine û anî ziman ku ji bo fîlm bigihêje pêşberî temaşevanan, çi ji destê wan were ewê bikin. Gunduz diyar kir ku ewê destpêkê hewl bidin fîlm li festîvalên fîlman ên navnetewî bê weşandin û dixwazin li gel Kurdistanê li Tirkiye û Ewropayê jî bixin vîzyonê.

Bulent Gunduz beriya niha weke fîlmê xwe yê destpêkê, jiyana Evdalê Zeynikê kiribû mijara dokûmanterê. Ev dokûmantera ku pêwendiyeke mezin dît, li festîvalên fîlman ên navnetewî 10 xelat stend.