Filmê Mano Xelîl diçe festîvala Dûbaî

Filmê Mano Xelîl diçe festîvala Dûbaî

Fîlmê derhênerê Kurd Mano Xelîl ê bi navê "Mêşvan-Apê Îrbom" ku çîroka mêşvan Îbrahîm Gezer ê di salên 90 de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirkiyê neçar ma koçber bibe vedibêje, hêja hat dîtin ku di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dûbaî de were nîşandan.

Fîlmê bi navê "Mêşvan-Apê Îrbom ê derhênerê Kurd Mano Xelîl, ji bo di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dûbaî - 2013 were nîşandan, hat hilbijartin.

Fîlm wê beşdarî bernameya "Şevên Erebî" ya festîvalê bibe ku di navbera 6 û 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin. Fîlm wê roja Şemiyê saet di 05.30 de li Mol Dûbaî 5 were nîşandan. Fîlmê "Mêşvan-Apê Îrbom" wê cara duyemîn jî roja Duşemê saet di 06:00 de li Mol Dûbaî 7 were nîşandan.

Fîlmê "Mêşvan-Apê Îrbom" beha çîroka mêşvan Îbrahîm Gezer (Apê Îrbom) dike, ku heta salên 1990'î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdistanê bû, lê mîna bi dehhezaran Kurdan ji ber zilm û zora dewleta Tirk koçber bû. "Mala Apê Îrbom hat xirakirin, mêşên wî hatin kuştin û neçar ma weke penaberekî xwe li Swîsreyê bigire. Tevî ku gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine jî lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji însan winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê."

Fîlmê "Mêşvan-Apê Îbrom" ê Mano Xelîl heta niha mora xwe avêtiye binê gelek serketinên navneteweyî. Di sala 2013'an de di Sînema Swîsrî ya Solothûrn, Festîvala Munixa ya Elmanya, Festîvala Lessinia ya Îtalya, Festîvala Sînema ya Navneteweyî ya Duhokê û Festîvala Neue Heimat a Awûstûryayê xelatên yekemîniyê stend.

Fîlmê ku zêdeyî 5 meh in di sînemeya Swîsreyê de tê nîşandan, wê di destpêka sala 2014'an de ji aliyê şîrketa Braveheart International ve li gelemperiya Elmanyayê di sînemayê de were nîşandan.