FARC'ê peyam şand ji Kongreya Ciwanan re

FARC'ê peyam şand ji Kongreya Ciwanan re

Endamên Ciwanan ên Artêşa Gel-Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC-EP) ji 1. Kongreya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê re peyamek bi dîmen şandin. Di peyamê de hevdîtinên aştiyê yên li Kolombiyayê hat vegotin û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî hat xwestin.

Delegasyona Ciwanan diyar kir ku hêzên şoreşger ên Kolombiyayê, ji sala 1964'an û vir ve li dû têkoşîneke 40 salan di "asta têkoşîna polîtîk a dijwar û zehmet" de ye û pêvajoya muzakereyê ya li Kolombiyayê vegot.

Di peyamê de bal hat kişandin ser aliyên tekoşînên azadiyê yên gelên Kolombiya û Kurd ên dişibin hev.

Delegasyonê 1. Kongreya Ciwanên BDP'ê silav kir, serketin ji wan re xwest. Hin ji beşên peyama delegasyona ciwanên FARC'ê wiha ye:

PÊVAJOYEKE DIJWAR A POLÎTÎK

"Niha em bi hikûmeta Jûan Manûel Santos re di pêvajoyeke diyalogê de ne. Em di asteke têkoşîneke polîtîk a dijwar û zehmet de ne. Niha li Kolombiyayê sendîka, xwendekar û rêxistinbûyînên ciwanan, sektora tenduristiyê, mamoste û hemû sektorên li derve dimînin, di nava çalakiyan de ne. Mîna li qada çandiniyê, ev çalakiyên protestoyî yên gundiyan bi hewldanên me yên ji bo guhertinê re dibin yek.

MAFÊ ME YÊ GOTINÊ YÊ DEMOKRATÎK JI ME GIRTIN

Me pêvajoya şerê çekdarî yê giran ê 10 salan, ku hemû mafên me yên gotinê yên bi rêyên demokratîk ji destê me hatin girtin, li dû xwe hiştin. Ji bo îdeal û parastina jiyana xwe me serî li çekê dan û em çekên xwe diparêzin. Di demên bihurî de Unîon Patrîotîca, yanî endamên rêxistinbûyînên me yên polîtîk-demokratîk ên mîna Eniya Welatparêz ji aliyê sîstemê ve hatin tinekirin. Ji nava van zêdeyî 5 hezar mirov hatin qetilkirin, gelek ji wan hatin girtin. Piraniya parlamenter, senator hatin qetilkirin an jî girtin.

EM AZADIYA OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ DIXWAZIN

Komkujî, tinekirin û girtinên bi vî rengî niha li welatê we, li dijî we tê kirin. Ji ber pêkanînên weke hev ên li dijî we û me, tevî ku em ewqasî dûrî hev in, têkoşînên me dişibin hev. Ji ber vê yekê em yekitiya xwe ya enternasyonal bi we re parve dikin.

Em weke FARC beriya her tiştî, bê şert û bê merc, di serî de Serok Ocalan em dixwazin hemû girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên Tirkiyê tavilê serbest werin berdan.

PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI ZOR Û ZEHMETIYAN DAGIRTÎ YE

Pêvajoya aştiyê ya me bi hikûmeta Santos re dane destpêkirin û em li vir li Havana dimeşînin, pêvajoyeke hêsan nîne. Em weke FARC, li hemberî olîgarşiya ku dewlemendiyan bi gel re parve nakin, bi daxwazên xwe yên dîrokî radiwestin.

Ev olîgarşî, alîgirê dewama polîtîkayên zextê û terora dewletê ye û dixwaze welatiyên xwe yanî Kolombiyayiyan ên weke "dijminê navxweyî" îlan kiriye, bigire. Lê li gel her tiştî jî em bi pêş ve diçin. Em weke FARC-EP îlan dikin, ku heta dawiyê, heta peymaneke aştiyê bê morkirin emê ji maseya hevdîtinê aştiyê ranebin. Haya me ji biryardarî û daxwaza gelê Kolombiyayê ya ji bo aştiyê heye.

AŞTÎ BI TENÊ BÊDENGIYA ÇEKAN NÎNE

Lê belê aştî bi tenê bi bêdengiya çekan nabe.

Li gorî me, ancax bi edaleta civakî re aştî dibe. Weke ku hûn jî dizanin em weke FARC-EP bi giranî bi beşdariya gundiyên ji bo mafê xwe yê erd têdikoşiyan ava bûn. Li Kolombiyayê bi tenê ji sedî 1 ê nifûsê xwedî ji sedî 64 ê erdan e. Lewma, konsentrasyoneke girîng erdan heye. Li ser vê mijarê bi hin aliyan me li hev kirin. Lê belê hikûmet naxwaze li ser pirsgirêkên bingehîn, li ser polîtîkayên aboriyê yên neolîberal nîqaş bike. Ji ber ku ditirse dê serdestiya xwe ya li ser dewlemendiyan winda bike.

Li ser asta duyemîn a bi sernavê "Beşdariya li siyasetê" me muzakere dan meşandin. Di vê mijarê bi hin aliyan me peyman mor kirin. Ji bo me ev mijar gelekî girîng e. Ji ser ku bingehîn sedema rakirina çekan a FARC'ê, jidestgirtina mafê siyasetê bû. Em tên qetilkirin, tên girtin, bi temamî li derveyî siyasetê tên hiştin.

Hêviya me ew e, ku hûn jî yên dişibin me li welatê xwe, li Kurdistanê daxwazên xwe yên bingehîn di çarçoveya diyalogê de bibin serî.

Em kongreya we pîroz dikin, serketinê ji we re dixwazin."