Êşên borî ên nehatine ji bîr kirin
Êşên borî ên nehatine ji bîr kirin
Êşên borî ên nehatine ji bîr kirin
Endamên JÎTEM’ê ên girêdayî dewletê li herêma Mîdyatê weke qesabên mirovan faliyet dimeşandin û di hedefa van de tenê mirovên sivîl tune bûn. Peywirdarên fermî ku faliyetên JÎTEM’ê erê nekiriba û nebiba hevkar jî di hatin qetilkirin. Sercerdevanê gundê Estelê Tefîq Ay tenê yek ji vana ye.
Sercerdevanê binavê Tefîq Ay yê gundê Estelê yê ser bi Mîdyatê ve, diçe qereqola cendirmeyan ya bajarokê Şenkoyê û êdî ji wî agahî nayê girtin. Li gorî îdiaya kurê wî Xidir Ay, Tefîq Ay ji ber ku nexwest bikeve nava faliyetên JÎTEM’ê hate binçavkirin û winda kirin.
Kurê wî Xidir Ay ku şahidê bûyerê ye dibêje, di 17’ê Çileya 1995’an de telefonek hat û ew vexwendin qereqola cendirmeyan û piştî ku çû qereqolê êdî me agahî jê negirt.
Xidir Ay da diyarkirin ku, xwediyê dikana li beramberî qereqola cendirmeyan ya Şenkoyê dît dema ku bavê wî ketiye qereqola cendirmeyan û diyarkir ku, êdî ew ji qereqolê derneket û got: “Wê demê xwediyê dikanê û şahidên din yên bûyerê tirsiyan nekarîn şahidiyê bikin.”
Xidir Ay anî ziman ku, bavê wî ji faliyetên weke JÎTEM’ê dûr disekinî û da zanîn ku, “Bavê min nêzîkî Fermandarê Alaya Cendirmeyan ya Mêrdînê Albay Ridvan Ozden yê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatî kuştin disekinî û li gorî min ji ber vê yekê hate kuştin.”
Xidir Ay bilêv kir ku, lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Amedê ve hatiye vekirin pêşketinekî erêniye û got: “Hema çi nebe bila hestiyên bavê min bêne dîtin, da em ji bo wî gorekê çêbikîn.”
EM NEBIRIN QEREQOLÊ
Xidir Ay got: “17’ê Çileya 1995’an ber berê êvarî bû. Bavê min wê demê 45 salî bû û 2-3 mehbû dest ji muxtariya gund berdabû. Ji malê re telefonek hat. Bavê min vexwendin Qereqola Cendirmeyan ya Şenkoyê” û anî ziman ku, piştî wê êdî agahî ji bavê xwe negirtin.
Ay da diyarkirin ku, têkildarî bûyerê şahid hene û got: “xwediyê dikana beramberî qereqola Şenkoyê dibîne dema ku bavê min dikeve qereqolê. Li bendê ye bavê min derbikeve û wî bîne xwarinê, lê belê êdî bavê min ji qereqolê dernakeve. Çend roj di ser de derbazbûn bavê min nevegerî, li ser vê yekê em çûn qereqola cendirmeyan ya Şenkoyê û ji me re gotin ‘bavê te nehatiye vir, weke din jî me ew nevexwendiye qereqolê.”
‘ENQERE JÎ TE RIZGAR NAKE’
Xidir Ay bibîrxist ku, bavê wî Tefîq Ay wê demê sercerdevanê gundê Estelê bû û wiha axivî: “Ez nizanim bavê min ji ber çi sûcî birin. Xwediyê dikanê ê dît dema ku bavê min ket qereqola cendirmeyan jî ji ber tirsiya nekarî şahidiya fermî bike. Ji ber ku min wê demê serî li saziyên fermî û berpirsê Mafê Mirovan yê wê demê Wezîr Azîmet Koyluoglû jî da, ez vexwendin qereqola Şenkoyê. Li qereqolê ji min re gotin ‘Enqere jî te rizgar nake’ û îşkence li min kirin.”
‘LI DIJÎ FALIYETÊN WEKE JÎTEM’Ê BÛ’
Ay destnîşan kir ku, bavê wî nêzî Fermandarê Alaya Cendirmeyan ya Mêrdînê yê wê demê Albay Ridvan Ozden disekinî û da zanîn ku, “Bavê min li dijî faliyetên JÎTEM’ê ên weke revandina mirovan, înfazkirinan bû. Li gorî min bavê min ji ber van sedeman hate binçavkirin û windakirin. Beriya du salan ji bo karta kes min serî li qerqola cendirmeyan ya Şenkoyê da. Ji min re gotin ‘tu kurê terorîstekêyî, şermê jî nakî tê karta kesk dixwazî’.”
Xidir Ay bilêv kir ku, lêpirsîna Dozgeriya Amedê vekiriye pêşketinekî erêniye û got: “Çi nebe bila hestiyên bavê min bêne dîtin, da em ji wî re gorekê çêbikîn. Bi salane jib o em ji bavê min agahiyekê bistînîn çavê me li rê ye. Êdî ez dixwazim ev bûyer bêne zelalkirin û berpirsyar bêne ceza kirin.”
SIBE: 6’ê Gulana 1995’an kesên ku dibêjin ew polîsin û li navçeya Mîdyatê li gel bavê wî Mehmet Seîd Zengîn direvînin û êdî agahî jênayê girtin.