Êşên borî ên nehatine ji bîr kirin
Êşên borî ên nehatine ji bîr kirin
Êşên borî ên nehatine ji bîr kirin
Li Mîdyatê yek ji bûyerên binçavkirin û windakirinê yên sala 94-96’an li gundê Kerşafê pêktê. Du bira bigiştî 4 kesên ku ji bo îfadeyên anîn qereqola Cendirmeyan êdî agahî nehate girtin.
14’ê Nîsana 1995’an gundiyên binavê Ebdulqadir Demîr, bira Şakir Demîr, Mehmet Emîn Atuk û Hiznî Bîlmen li gel muxtarê gund bi hinceta ku îfadeyên wan hene banî kirin Fermandariya Cendirmeyan ya Mîdyatê. Muxtar vegerî lê ji çar kesên din êdî agahî nehate girtin.
Malbatên ku çûn aqûbeta xizmên xwe pirsîn Fermandariya Cendirmeyan ya Mîdyatê bersiva tê zanîn da: ‘Me berdan. Eger nehatibin malê beşdarî PKK’ê bûne.”
Ji windayan hevjîna Ebdulqadir Demîr Sultan Demîr (60) da diyarkirin ku, rojekê piştî hevjînê wê û tiyê wê li gel du gundiyên hatin binçavkirin leşker û cerdevana di ser gundê wan de girt. Di nav de jin û zarok jî heyî îşkence li gundiyan kirin.
Sultan Demîr da zanîn ku, ji wê dîrokê û pêve êdî ji hevjînê xwe, tî û du gundiyên li gel hatibûn binçavkirin agahî negirtine û wiha got: “Eger hevjînê min hatibe kuştin jî, hema çi nebe ez hestiyên wî dixwazim. Hevjînê min ji aliyê fermandarê Cendirmeyan yê Mîdyatê yê wê demê Hîlmî Kahraman ve hate binçavkirin. Ez dixwazim ên bûne sedem ku 11 zarokên min bê bav bimînin bêne darezandin û ceza kirin.”
‘PIŞTÎ BINÇAVKIRINAN DI SER GUNDÊ ME DE GIRTIN Û ÎŞKENCE LI ME KIRIN’
Sultan Demîr bilêv kir ku, 14’ê Nîsana sala 1995’an muxtar jî li gel leşkeran hatin mala wan û gotin îfadeya hevjînê te heye û ew birin. Demîr got; “Li gel hevjînê min birayê wî Şakir Demîr û gundiyên binavê M. Emîn Atuk û Hiznî Bîlmen jî birin. Em li bendê bûn şevê bên mal lê nehatin. Roja piştî wê sibehê leşker û cerdevan hatin gund. Di nav de jin û zarok jî heyî îşkence li gundiyan kir. min xwest pêşiya cerdevanê ku xwest li zarokê min ê 12 salî Mehmet bide bibim asteng, lê heman cerdevan li min jî da. Di dema lêgerînê de cerdevanan hemû tiştên me birin. Dest danîn ser pere û zêrên me.”
‘ME BERDAN, GER NEHATIBIN BEŞDARÎ PKK’Ê BÛNE’
Demîr da diyarkirin ku, “Di ser de du roj derbaz bibûn, me ne ji hevjînê min û gundiyên din ên li gel hatibûn binçavkirin agahiyek negirt. Em malbatên binçavkiriyan bi hev re çûn Qereqola Cendirmeyan ya Mîdyatê. Dema me aqûbeta wan pirs kir ji me re gotin, ‘Me ew berdan, ger nehatibin male ew beşdarî PKK’ê bûne’. Ew roj yek îro du me hêjan ne ji hevjînê min, birayê hevjînê min û gundiyên din agahî negirt. Wê demê jib o em gilêyê sûc bikin jî me tu kesê daxwaznameyekê binivîse me nedît. Ji nivîsînê ditirsiyan. Ji ber ku me rê û rêbaz ne dizanîn, me nekarî giliyê sûc bikîn.”
‘BERPIRSÊ WINDAYAN YUZBAŞİ HÎLMÎ KAHRAMANE’
Sultan anî ziamn ku, eger hevjînê wê hatibe kuştin jî, çi nebe hestiyê wî dixwazin û got: “Yê hevjînê min û gundiyên din binçavkirî fermandarê cendirmeyan yê wê demê Hîlmî Kahramane. Hîlmî Kahraman bitaybet windakirin û binçavkirinên di sala 94-96’an de li Mîdyatê çêbûyîn berpirsyare. Ez dixxwazim bê darezandin û cezakirin.”
Weke din jî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mîdyatê têkildari gulebarankirina leşkera ya gundê Kerşafê ku beriya Mehmet Emîn Atuk, Ebdulqadir Demîr, Hiznî Bîlmen û Şakir Demîr bên binçavkirin pêkhatibû dê îro keşfê bikin. Di dema keşfê de dê Serokê Şaxa ÎHD’ Mêrdînê Prz. Erdal Kuzu û rêveberên Şaxê jî amade bin.
SIBE: Tefîq Ay ku li gundê Ziyaret yê girêdayê Mîdyatê cerdevantî dikir, dibin qereqola Cendirmeyan ya Bajarokê Şenkoyê û êdî agahî jê nayê girtin. Li gorî îdiayê Tefîq Ay ji ber ku nexwestiye bikeve nava faliyetên weke JÎTEM’ê hatiye binçavkirin û windakirin. Kurê wî Xidir Ay şahidê herî girîng yê dana windakirina bavê xwe ye.