Êrîşên nîjadperest malbata Kurd a ji 45 şêniyî koçber kir!
Êrîşên nîjadperest malbata Kurd a ji 45 şêniyî koçber kir!
Êrîşên nîjadperest malbata Kurd a ji 45 şêniyî koçber kir!
Malbata Kiran ku piştî hewldana lînçê ya li navçeya Afyonkarahîsar Sûltandagê keda xwe ya 20 salan bi erzanî firot û neçar ma bar bike Îzmîrê dixwaze, mexdûriyeta wan were telafîkirin. Malbatê, ku di karê înşaetê de dixebitî û 9 xaniyên ji xwe re çê kiribû, bi berdêla 225 hezar TL'yî ku şaredariyê diyar kir, firot û bar kir navçeya Îzmîr Menemenê. Niha jî neçar e di xaniyên kirêkirî de bijî.
Li navçeya Afyonkarahîsar Sûltandagê di 28'ê Kanûna 2012'an de, piştî bûyerên ku bi pevçûna 'rêdayînê' destpê kir û veguherî hewldanên lînçkirina Kurdan, malbata Kiran a şansê jiyana li navçeyê nema neçar ma koçî Îzmîrê bike. Malbata Kiran a ji navçeya Bêdlis Elcewazê, ku ji ber sedemên aboriyê koçî Sûltandagê kiribû, ev 20 sal in li wir dijiya. 9 malbatên ji heman paşnavî, ku xwedî 45 ferdane û bi karê înşaetê debara xwe dikir, di encama hewldana lînçê ya lê rast hat, nekarî êdî li navçeyê bimîne. Malbatê ji bo xwe ji lînçê rizgar bike 9 xaniyên li ser erdê 8 donimî ku buhaya wê ya rastî 1 mîlyar TL ye, bi 225 hezar TL ya Şaredariya Sûltandagi ev buha diyar kir, firot û neçar ma koçî Îzmîrê bike. Malbat ev meheke bar kiriye Îzmîrê û hewl dide jiyaneke nû ji xwe re ava bike.
Mûsa Kiran tiştên hatin serê wan ji ANF'ê re vegot û diyar kir ku keda wan a 20 salan ji ber êrîşên nîjadperest winda bûye û ji ber ewlekariya jiyana wan nîne ew neçar mane koçî Îzmîrê bikin.
JIYANA LI SÛLTANDAGI NE GENGAZ E
Kiran ragihand ku piştî pevçûnê malên wan rastî êrîşa bi keviran hat û dikandaran jî tiştek ne difirot ji wan re. Kiran got, "Me pêwistiyên xwe yên jiyanê ji bajar û navçeyên derdorê tedarik dikirin. Her şev bi keviran êrîş li hemberî malên me dihatin kirin. Tevahiya Kurdên li Sûltandagi dijiyan bûbûn hedef. Bi dîtina me ev rewş bi awayekî organîzeyî hat kirin. Ji ber ku piştî pevçûna par, yekser al li malan hat belavkirin, êrîşa bi keviran destpê kir. Ev hemû fikarên me zêde dikin ku hewldana lînçê plankirî bû."
DADGEH DELÎL JI NEDÎTÎ VE HAT
Mûsa Kiran diyar kir ku tevî ku ew rastî lînçê hatin jî kekên wî Yilmaz Kiran û Eylaz Kiran bi 25 salan cezayê girtîgehê û li her yek ji wan 10 hezar TL cezayê pereyan hat cezakirin. Mûsa Kiran got, "Ti ji delîlên me pêşkêşî dadgehê kirin, di ber çavan re nehat derbaskirin. Me xwest dîmenên Mobese bên lêkolînkirin, me rapora ji Tipa Edlî ya Stenbolê stend weke delîl pêşkêşî dadgehê kirin lê mixabin ev daxwazên me hatin redkirin. Dadgehê şahidiya du kesên aliyê din qebû lkir û ceza li her du kekên min barand."
KEDA WAN A 20 SALAN BI BELAŞÎ HAT FIROTIN
Mûsa Kiran anî ziman ku piştî van hemûyan jiyana li Sûltandagi êdî ne gengaz bû û got, "Li navçeyê, tevî amîrên mulkî me li deriyê kê dan ji me re gotin, ji vê derê bar bikin. Li ser heman erdî 9 xaniyên me di encama xebata xwe ya bi salan de lê kirin, em neçar man bifiroşin. Şaredariyê 270 hezar TL buha ji bo xaniyên me diyar kir. Lê belê bi vî buhayî jî nehat firotin. 99 xaniyên me yên li ser erdê 8 donimî bi 225 hezar TL'yî hat firotin. Bi firotina mala me re serê her malbatê 25 hezar TL bû par. ji vî pereyî me 2 hezar di dema barkirinê de xerc kir. Dûre jî em neçar man li Îmzîrê xanî kirê bikin. Niha em di xaniyên kirê de dijîn. Her çend me hewl dan xaniyekî bikirin jî xaniyê herî xerab ji 60-70 hezar TL'yî destpê dike. Bi kurtasî em neçar man ji sifirê destpê bikin."
BAVÊ WAN NEKARÎ XWE LI VÊ STRESÊ RABIGIRE
Kiran anî ziman ku tevî van hemûyan bavê wan ê nekarî xwe li ewçend stresê rabigire, du roj piştî barkirina Îzmîrê tansiyona wî derket 27'an, ew rakirin nexweşxaneyê û got, "Tansiyona bavê min ji ber stresê derket 27'an. Dûre ew rakirin nexweşxaneyê. 5 rojan li unîteya lezgîn a nexweşxaneyê ma, lê nehat rizgarkirin. Heyetek piştî barkirina Îzmîrê bavê min çavên xwe li jiyanê girt."
HEWL DIDIN HÎNÎ JIYANA XWE YA NÛ BIBIN
Kiran anî ziman ku mehek piştî barkirina Îzmîrê wan dest bi kar kirin û got, "Zarokên me yên diçin dibistanan hene. Ew hewl didin hînî rewşa nû bibin. Li gel van hemû êş û azaran jî em hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Niha em hînê nû xwe komî ser hev dikin."
BÛYERA HAT SERÊ WAN
Li navçeya Afyonkarahîsar Sûltandagiyê di 28'ê Kanûna 2012'an de malbata ji navçeya Bêdlis Elcewazê rastî êrîşa bi ço û kêran hat û di bûyerên piştî vê de kesekî bi navê Orhan Şahan jiyana xwe ji dest dabû, gelek kes jî birîndar bûbûn.
Bi rojan li dijî malbatên Kurd hewldana lînçê hat kirin û xwepêşandanên nîjadperest hatin lidarxistin. Di encama bûyeran de ji malbata Kurd Yilmaz Kiran û Eylaz Kiran ên rastî êrîşê hatin, hatin girtin. der heqê Yilmaz û Eylaz Kiran de bi îdîaya Orhan Şahan kuştine ji maddeyên 81/1, 125/1-4, 106/1-1, 86/2, 86/3-e ên TCK'yê bi daxwaza cezakirinê doz hat vekirin. Di encama dozê de her du bira bi 25 sal cezayê girtîgehê û 10 hezar TL cezayê pere, hatin cezakirin.