Êrîşa li dijî gorên gerîla dê li Geverê bê protestokirin
Êrîşa li dijî gorên gerîla dê li Geverê bê protestokirin
Êrîşa li dijî gorên gerîla dê li Geverê bê protestokirin
Li Geverê, dê êrîşa li dijî gorên gerîla sibê bê protestokirin.
Der barê êrîşên demên dawî yên li hemberî gorên gerîlayên HPG'ê yên li navçeya Colemêrg Geverê, Însiyatîfa Gel a Colemêrgê daxuyaniyek da.
Goristana li Taxa Orman a Geverê ku cenazeyê 8 gerîlayê HPG'ê lê hatiye veşartin, ev 2 mehin di hedefa êrîşên polîsan de ye.
Hewldana polîsan a daxistina alan ji ser goran, xerakirina goran rastî nerazîbûna şêniyên taxê hatibû û polîsan bi bombeya gazê êrîşî şêniyên taxê kiribûn.
Herî dawî alên KCK û PKK'ê yên li dîrekên li goristanê hatibûn daliqandin beriya 4 rojan jia liyê polîsan ve bi maşînên zirxî hatin daxistin.
Der barê êrîşa li dijî gorên gerîlayên HPG'ê yên ev 2 meh in bi rêkûpêk tê kirin, Însiyatîfa Gel a Colemêrgê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "hikûmeta faşîst a AKP'ê, ku pêngava rizgariya demokratîk a Rêber Apo ji xwe re weke firsendê dîtiye, bi nêzîkatiyeke faşîzan gelek caran êrîşî nirxen gelê Kurd şehîdgehên zarokên vî gelî kiriye. Êrîş li dijî nirxên me yên em ji nû ve afirandiye, tê kirin. Eger şehîdên me duh, îro û siberoja me ne, hingî ev êrîş hem li dijî paşeroj hem jî li dijî îro û siberoja me ne." Însiyatîfê banga xwedîderketina li goristanên gerîla kir.
Di dewam daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Li kêleka me gelê Rojava ji bo parastina axa xwe û xwedîderketina li rûmeta xwe rabûye ser piyan. Lewma divê Kurdistaniyên Bakurî jî herî kêm bi qasî Rojavayiyan rabin ser piyan û li nirxên xwe xwedî derkevin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku 6'ê Kanûnê Roja Înê li şehîdgeha li taxa Ormanê xwedî li ruhê serhildanê yê şehîdên me derkeve."