Endamê ‘Guruba Aştiyê’ Adanmiş hate binçav kirin

Endamê ‘Guruba Aştiyê’ Adanmiş hate binçav kirin

Ji endamên ‘Guruba Aştiyê’ ku di sala 2009’an de di Deriyê Sînor yê Xabor re derbazî Tirkiyê bibûn Mehmet Adanmiş hate binçav kirin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku di sala 2009’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Deriyê Sînor yê Xabor re hatibûn Tirkiyê, ji endamê ‘Guruba Aştiyê’ Mehmet Adanmiş bi hînceta ku di derbarê wî de biryara lêgerînê heye li navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve hate girtin. Hat ragehandin ku Adanmiş birine Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Qilabanê.