Endamê Asayîşa Rojava Bengîn Osê jiyana xwe ji dest da

Endamê Asayîşa Rojava Bengîn Osê jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava diyar kir ku Endamê Asayîşê Bengîn Ebdula Osê ku di êrîşa bombeyî  ye 23'ê Mijdarê ku li Asayîşa Qenat Siwês pêk hatibû birîndar bibû, jiyana xwe jidest da.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava bi daxuyaniyekê diyar kir ku Endamê Asayîşê Bengîn Ebdula Osê ku di encama êrîşa bombeyî ya li Qenat Siwês a Qamişlo birîndar bibû jiyana xwe jidest da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku navenda Asayîşê ya Qenat Siwês a Qamişlo di 23'ê Mijdarê de rastî êrîşeke bomebeyî hat û ev tişt hatin gotin:" Endamên me bi qehremanî pêşiya êrîşkar girtin û ne hiştin ku derbasî navenda Asayîşê bibe. Êrîşkar xwe li ber deriyê ketina navenda Asayîşê teqand û di encamê de endamê me Îbrahîm Derwîş jiyana xwe jidest dabû û gelek kes ku endamên Asayîşê jî di nav de birîndar bibûn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Endamê Asayîşê Bengîn Ebdulah Osê ku di êrîşê de birîndar bibû tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata endamê Asayîşê Bengîn Osê û hemû cangoriyên Kurdistanê hat xwestin û wiha hat gotin:" Em soz didin ku em ê ji bo parastina ewlekariya gelê xwe heta dawiyê  li ser xeta şehîdan bimeşin."