EMEP: Medya azad nayê tinekirin

EMEP: Medya azad nayê tinekirin

Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Herêmê, biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirina lîsansên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV weke "darbeyek li demokrasiyê" bi nav kir.

Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Herêmê, der heqê biryara betalkirina lîsansên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV de daxuyaniyeke nivîskî weşand. EMEP'ê biryar weke darbeyek li demokrasiyê bi nav kir û got, "Ev biryar nîşan dide ku dadgeriya Ewropayê ya weke dergûşa demokrasiyê tê bi navkirin, çiqasî siyasî bûye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo ev biryar were girtin, hukûmeta AKP'ê ketiye nava hewldanên mezin û hat destnîşankirin ku di pêvajoyeke hewldanên çareseriyê tên kirin û hêzên gerîla vedikişin derveyî sînor de, ev biryar di heman demê de hewldanek ji bo astengkirina pêvajoya aştiyê ye. 

Di daxuyaniya EMEP'ê rêxistina Herêmê de bang li hemû gel û hêzên aştî û demokrasîxwazan hat kirin ku piştgiriyê bidin NÛÇE TV, ROJ TV û MMC û bang hat kirin ku hêzên pêwendîdar tavilê ji vê biryara şaş vegerin.