Em li doza 'terorîstên' herî entelektuel mêze dikîn!

Em li doza 'terorîstên' herî entelektuel mêze dikîn!

Ji parêzerên doza KCK’e Remezan Demîr û Huseyîn Bogatekîn li Berlînê bi hempîşeyen xwe ên Alman re hatin gel hev. Parêzer Demîr û Bogatekîn di panela binavê “li Tirkiyeyê dozên siyasî ên derbarê parêzeran de hatîn vekirin” ku li avahiya Yeketiya Parêzerên Alman pêkhat de axivîn û gotin: “Bi girtina parêzeran re hikumeta Tirk nîşanda ku ew dê destê xwe bixe her derê. Em li doza terorîstên di cîhanê de herî entelekuel mêze dikîn.”

Li paytextê Almanya Berlînê ji aliyê Yeketiya Parêzerên Alman (DAV), Yeketiya Parezêrên Komarparêz (RAV) û Yeketiya Hiqûqnasên Demokrat (VDJ) ve panela binavê “Li Tirkiyeyê dozen siyasî ên derbarê parêzeran de hatîn vekirin” pêkhat. Ji parêzerên parastina doza KCK’ê ên li Tirkiyeyê din Remezan Demîr û Huseyîn Bogatekîn, li ser navê parêzerên Alman jî yê doza KCK’ê dişopîne Gilda Schönber jî weke axaftinvan beşdarbûn.

Di panela ku gelek hiqûqnas û parêzerên Alman jî guhdarkirin de Schöneberg destpêkê mafê axaftinê girt û di derbarê doza KcK’ê de agahî dan. Schöneberg da diyarkirin ku, di serî de siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen, parêzer û rojnameger, hema bêje ji hemû kesimên civakê di doza KcK’ê de têne darezandin û got: “Hemû komên pîşeyî hatine hedef girtin, darezandin û doz rêz kirine.”

“LI TIRKIYEYÊ DU HIQÛQA CEZA HENE”

Schöneberg balkişande ser ku, di despêka pêla operasyona KCK’ê de 8 parêzer hatin girtin û piştî wê her ku çû hêjmar zêde bû û anî ziman; “Di derbarê parêzerên têne darezandin de yek belge jî tuneye, hevdîtin û nivîsên ku li gel muwekîlê xwe kirine weke sûc hatine dîtin.” Di panela ku Parêzer Gul Pinarê modaratoriya wê kir, piştre parêzer Huseyîn Bogatekîn jî da diyarkirin ku, li Tirkiyeyê du hiqûqên ceza hene û wiha got:

“Hiqûqa ceza ya yekê ji bo hemû welatiyane. Ya din jî ji bo civaka nehatî qebûl kirin an jî ên din; Kurd, Elewî, Ermenî, sosyalîst û muxalifên hikumetê. Ji bo vê kesimê demê binçavkirinê tê dirêj kirin, di 24 demjimêrên destpêkê de destûr nadin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, yanî bikurtahî bi hemû bêhiqûqiyan re rû bi rû tên. Çi ferqa vê ji dadgehên engîzîsyon ên Çaxa Navîn tuneye.

Li rexmî ku hatiye binçavkirin jî destûr nadin dosyayê bibînin û dema ji muwekîlê re li beramberî vê hjiqûqiyê mafê bêdengiyê pêşniyar dikîn jî, vêcarê doz li we tê vekirin. Wext cubeyê parêzeriyê jî li ser me bû em lêdan xwar, li salona dadgehê kelepçe li me dan, em rastî êrîşa copên polîsan hatîn. Bi êrîşkirina li ser me, hikumetê nîşanda ku dikarin destê xwe dirêjî her dera civakê bikin.”

‘HEVDÎTIN Û NIVÎSÊN BI MUWEKÎLÊ XWE RE SÛC HATE DÎTIN’

Bogatekîn da diyarkirin ku, hevdîtin û nivîsên parêzeran ên li gel muwekîlên wan sûc hatin dîtin û di dozen parêzeran de jî xistin nava dosyayên wan de. Bogatekîn ev bang li hempîşeyên xwe ên Alman û Ewropayî kr: “Hempîşeyên me ên girtî di dema dozê de ji beriya malbatên xwe li lîsteya temaşevanan mêze dikin ka heyetên biyanî hene yan na. Hevgirtina pîşeyî ya we pir girînge. Eger hûn dozê neşopînin jî bi nameyek hûn bişînin dê wan keyfxweş bike.”

Parêzer Remezan Demîr jî di debarê parêzerên ji doza KCK’ê têne dareznadin agahiyên berfifeh dan. Demîr da zanîn ku, li gel parêzeran, rojnameger, sendîkavan, akademîsyen û kesên ji vê doze têne darezandin weke ‘terorîst’ têne dîtin û darezndina van weke “Doza herî entelektuel ya cîhanê”binav kir û got: “Di dozen KCK’ê de tişta herî ecêb çiye ji ber parêzertî kirine hatine girtin û em parêzertiya wan dikin. Hevdîtinên hempîşeyên me ên bi birêz Ocalan re hatine qeyt kirin û sûc hatine dîtin. ji xwe guhdarkirina hevdîtinên parêzer-muwekîl sûce, em di dadgehan de vî sûcî nikarîn bidin vegotin.”

Panela ku şeva din li avahiya Yeketiya Parêzerên Alman pêkhat, bi beşa pirs-bersivan bidawî bû. Beriya panelê parêzer bi komek ya parlementeren Meclisa Federal hatin gel hev. Demîr û Bogatekîn jî îro dê li Dusseldorfê beşdarî sempozyûmekî heman mijarê bibin.