‘Em dê ji bo mezin kirina YPG’ê têbikoşin’
‘Em dê ji bo mezin kirina YPG’ê têbikoşin’
‘Em dê ji bo mezin kirina YPG’ê têbikoşin’
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê soz da ku ew dê heta dawiyê li ser şopa şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bimeşin û dê ji bo bi cih anîna daxwaza şervanê YPG’ê Hogir a bihêz û mezinkirina artîşa Rojavayê Kurdistanê YPG’ê heta dawiyê têbikoşin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di tekoşîna azadiya gelê Kurd de gelek bedelên giran hatine dayîn. Bê gûman tekoşîna azadiyê bê bedel nabe. Ji bo azadiyê pêdivî bi fedakartî û cesaretê heye. Ji ber ku em gelekin, herdem di dîrokê de rastî siyasetên înkar û tunekirinê hatine. Îro jî ciwanên Kurd li hember siyasetên dagirkeran di nava qadên pêvçûnên germ de ne, berxwedaneke mezin nîşan dide. Li ser Rojavayê Kurdistanê çemka şovenîst armanc dike ku car din cih û warên kurdan talan bikin gelê Kurd bê îrade bêhiştin. Çemka ku duh bi navê Baas şerê dagirkeriyê dimeşand, îro jî heman çemkê lê bi navên cuda şerên desthildariyê dimeşîne. Lê belê ciwanên Kurd li tevahî bajarên Rojava tekoşîna berxwedanê dimeşînin û canê xwe feda dikin.’’
‘JI DERVEY DAGIRKIRINA ROJAVA TU ARMANCÊN WAN TUNE NE’
Di derbarê Bajarokê Til Temir de ev tişt hate destnîşan kirin: “Îro li bajarê Til Temîrê ku bi çanda hevbeşbûna gelên xwe tê nasîn, çemkên şovenîst li ser navê erebtiyê dixwazin li hember vîna kurdan bidin meşandin û sîstema hevbeşbûna gelan di bajarê ku ji sîstema Baas rizgar bûye têk bibin.”
Di berdewama daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku, ev komên çekdar ku bajarê Til Temirê dorpêç kirine, xizmetî heman çemkê dikin û ji dagirkerina rojava wêdetir tu armanca wan tuneye û wiha pêde çû: “Ji bo ku em li hember van pêlên dagirkeriyê rawestin, pêwîst dikir ku ciwanên Kurd yên fedakar, bibin xwedî hewlest. Yek ji van ciwanên ku serkêşiya vê fedakartiyê kir, leheng û qehremanê gelê kurd H. Mîtan bû. Hevalê Mîtan ji bo azadiya gelê xwe misoger bike, di çeperê herî pêş a şer de cihê xwe girt. Li hember komên bê bext yên çekdar, heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kir û bi lehengiyeke mezin jiyana xwe ji dest da.’’
‘CIWANÊN ŞOREŞGER DÊ LI SER ŞOPA HOGIR BIMEŞIN’
KoordînasyonaTevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe da zanîn ku, ew dê heta dawî li ser riya Serhed, Lewend û hemû şehîdên kurdistanê bimeşin û ev tişt anîn ziman: “Hevalê Mîtan (Hogir Mihemed) endamekî xebatên ciwanan bû. Di despêka şoreşê de, yek ji yekemîn ciwanên ku cihê xwe di nava xebatên şoreşê de girtibû. Li gelek qadan xebat û tekoşîna xwe meşand. Li şamê, Dêrikê, Amûdê û li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe meşand. Hevalek germ, hişyar, bi cesaret û heyecan, fedakar, bê hesab û girêdayî nirxên şoreşê bû. Herdem dixwest ku di nava qadên germ ên şer de li dijî dijminê dagirker, helwesta û sekna xwe nîşan bide. Bi bîr û baweriyeke mezin nêzî xebatên mezinkirina artêşa Rojavayê Kurdistanê bû. Lewma ji nava xebatên ciwanên şoreşger bîryarek ji dil da û bi xwestekeke mezin tevlî nava xebatên YPG bû. Di nava YPG de jî piştî perwerdeya xwe dît, di demeke pir kurt de weke fermandarekî kar û xebat meşand. Herî dawî jî li ser esasê pêşniyarê xwe, cihê xwe di nava şerê germ ya li Til Temirê girt.’’
Di dawiya daxuyaniyê de hate vegotin ku, ciwanên şoreşger li ser şopa Hogir bimeşin û got: ‘’ Di kesayeta hevalê me Mîtan de, em careke din soz didin hemû şehîdan ku emê tekoşîna van lehengan bigihijînin asta herî bilind. Wê ciwanên şoreşger herdem amede bin ku riya H. Mîtan bişopînin û weke wî dixwest artêşa xwe bi hêztir û mezintir bikin.’’