DYE ji bo Sûdanê li Swîsreyê hevdîtinên aştiyê organîze dike

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ew artêşa Sûdanê û hêzên HDK’ê yên paramilîter, di meha Tebaxê de vedixwîne hevdîtinên aştiyê yên ku li Swîsreyê bên kirin. Hat diyarkirin ku armanc dawî anîna şerê li Sûdanê ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku ew artêşa Sûdanê û hêzên HDK’ê yên paramilîter vedixwîne hevdîtinên ji bo agirbestê. Ku ev hevdîtin wê 14’ê Tebaxê li Swîsreyê destpê bikin.

Blinken ev tişt jî got, di van hevdîtinên di bin hevserokatiya Siûdî Erebistanê de, Yekîtiya Efrîqa, Misir, Komkara Erebî û NY jî wê weke çavdêrvan cih bigire.