DYA armancên xwe yên li dijî guherînên avhewayê aşkera kir, lê...
DYA ku heta niha di têkoşîna li hemberî germahiya global de li paş mabû, bi awayekî fermî plana xwe ya li ser santralên komirê yên ji sedî 40 ê hilberîna elektrîkê pêk tîne, ragihand.
DYA ku heta niha di têkoşîna li hemberî germahiya global de li paş mabû, bi awayekî fermî plana xwe ya li ser santralên komirê yên ji sedî 40 ê hilberîna elektrîkê pêk tîne, ragihand.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku heta niha di têkoşîna li hemberî germahiya global de li paş mabû, bi awayekî fermî plana xwe ya li ser santralên komirê yên ji sedî 40 ê hilberîna elektrîkê pêk tîne, ragihand. Obama got, "Em nifşê dawî ne ku li dijî germahiya global karibin tiştekî bikin" û diyar kir ku ew bi biryar in belavkirina gaza sera kêm bikin.
Armancên hikûmetê aşkera kir, di têkoşîna li hemberî germahiya global girîng tên dîtin. Lê belê ji ber dijderketina karsazên santralên komirê û Komargeran, nayê zanîn ku şensê vê yê serketinê çiqas e.
Plana DYA ya li ser têkoşîna li hemberî guherînên avhewayê, ku çend roj berê detayên wê hatin aşkerakirin, bi awayekî fermî hat ragihandin. Li gorî plana ji aliyê Serok Barack Obama ve hat ragihandin, rêjeya karbondîoksît (CO2) a ji santralên komirê yên di hilberîna elektrîkê de xwedî cihekî girîng e tên berdan, heta sala 2030'î wê bi rêjeya ji sedî 32'an kêm bibe. Ji bo vê jî wê li gorî rewşa sala 2005'an bê nirxandin.
Di plana Obama de tê xwestin ku dest ji komirê bê berdan, lê santralên nukleerî û santralên gazê yên di germahiya global de ji komirê 'kêmtir bi zerar' tê dîtin, bên bikaranîn. Her wiha tê xwestin ku enerjiyên dikarin xwe nû bikin ên weke enerjiyên ba û rojê, werin tercîhkirin.
Li gorî rêveberiya DYA, derbasbûna ji komirê ber bi cureyên din, wê bi 'kêmbûna fatûraya elektrîkê' bandorê li welatiyên DYA'yî bike.
Hînê li DYa ji sedî 20 ê elektrîkê ji santralên nukleerî, ji sedî 13 jî ji enerjiya dikare xwe nû bike (ba, roj û av) tê peydakirin. Rêveberiya Obama dixwaze rêjeya enerjiya dikare nû bibe heta sala 2030'î derxîne rêjeya ji sedî 28'an.
Lê belê ji ber dijderketina karsazên santralên komirê û Komargeran, bi cih hatina vê planê di rewşeke bumanbar de ye.
DYA ku ji sedî 5 ê nifûsa cîhanê lê dijî, ji belavkirina ji sedî 20 ê gazên serayê berpirsyar e.