Doza Rûsyayê ya mafê li ser Arktîkê çû ber destê NY

Rûsyayê der barê daxwaza xwe ya mafê li ser Okyanûsa Arktîk (Derya Qeşayê ya Bakur) bi dosyayeke nû pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Rûsyayê der barê daxwaza xwe ya mafê li ser Okyanûsa Arktîk (Derya Qeşayê ya Bakur) bi dosyayeke nû pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di dosya serlêdanê de tê xwestin ku li qadeke ji 1,2 mîlyon kîlometre çargoşe ya Cemsera Bakur, ku tê texmînkirin 4,9 mîlyar ton petrol û gaz heye, serdest be.

Di serlêdana nû ya li NY de, serdestiya li qadeke li Arktîkê ya 200 mîlên deryayê dûrî ji peravên Rûsyayê ye, tê xwestin. Di nava vê qada Rûsya dixwaze de rêze çiyayên Lomonossov û Mendeleyev ên li binê deryayê jî hene, ku Danîmarka û Kanada jî li ser doza mafê xwe dikin.

Li vê herêma li Cemsera Bakur, li gorî Moswkoê 4,9 mîlyar ton petrol û gaz heye.

Li herêmê, bi helîna qeşayê re tê xwestin ku xebatên lêgerîna li petrolê û gazê were destPêkirin.

Tê payîn ku ev serlêdana Rûsyayê ji Sibat an jî Adara 2016'an û pê ve were nirxandin. Pispor diyar dikin ku NY biryara xwe ya li ser mijarê dikare di nava 3 salan de bide.

Li ser Derya Arktîkê tevî Rûsya, Danîmarka, Kanada, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Norwêc jî doza mafên xwe dikin.