Doza Roboskî li ser rêya Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME ye

Doza Roboskî li ser rêya Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME ye

Bi wesîleya hefteya sedemîn a komkujiya Roboskî, malbatên xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine li gel parêzeran li Baroya Amedê hatin cem hev. Serokê Baroyê Tahir Elçî li vir peyivî û diyar kir ku bêyî li benda xetimîna rêyên hiqûqa hundirîn bimînin dibe ku ew dosyayê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME.

Komek ji malbatên 34 kesên di bombebarana Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, bi wesîleya hefteya 100. li Baroya Amedê civiya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, parêzerên malbata  Meral Daniş Beştaş, Serokê berê yê Baroyê Mehmet Emîn Aktar û xizmên kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, amade bûn.

Serokê Baroyê diyar klir ku ji bo dîtina berpirsyaran, malbat ev 100 hefte ne li edaletê digerin û got, "Di ser bûyera Qilabanê de 2 sal derbas bûn, tevahiya Tirkiye li benda darizandina berpirsyaran bû, lê dosya radestî Dozgeriya Leşkerî hat kirin. Di ser re heta niha ti berpirsyar nehatine aşkerakirin û dariznadin. Bi dehan dosyayên kuştinên kiryar ne diyar ên salên 1990 nehatine ronîkirin. Dewlet ji aliyekî ve dibêje ku ew bi ser kuştinên kiryar ne diyar ve diçe, lê li aliyê din hewl dide ser bûyera Qilabanê bigire. Ji ber bûyerên demên berê bi hezaran mirov li edaletê digerin, lê bi ti awayî edalet bicih nayê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) çend roj berê der barê bombebarana gundên Kûşkanar û Koçagaçli yên Şirnexê de biryareke girîng da. Lê belê dadgehên li Tirkiyê pêwistiya biryarê bicih neanîn. Divê ev biryara DMME ji bo Roboskî bibe dersek."

Elçî da xuyakirin ku rêya serlêdana şexsî bo Dadgeha Destûra Bingehîn vekiriye û got, "Armanca me ew e ku dosya bi lezgînî bi encam bibe û berpirsyar werin cezakirin. Eger em ji van hewldanên xwe encamekê nebînin, li dû temamkirina ûsûlê dibe ku em rêya Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biceribînin. Roboskî ji bo Tirkiyê testeke. Rêveçûn û encama lêpirsînê, ji bo hikûmet û organên edaletê testa samîmiyetê ye."