Doza N.K. taloqî 27’ê îlonê hate kirin
Doza N.K. taloqî 27’ê îlonê hate kirin
Doza N.K. taloqî 27’ê îlonê hate kirin
Rûniştina doza N.K. ya 13 salî ya li navçeya Farqîna Amedê hate revandin û rastî tecawizê hat li 2'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê pêkhat.
5’mîn rûniştina doza N.K. a sala par li navçeya Farqînê ya Amedê rastî tecawiza R.Y. hat li 2'mîn Dadgeha Cezayê Giran ê Êlihê pêkhat. Di rûnşitinê de R.Y. ê ku bi îdiayên "îstîsmara zayendî ya zarokan" û "zarok girtin û astengkirinê" girtî tê darizandin amade bû. Parêzerên N.K. Ruşen Seydaoglu, Elif Tîrenç Îpek û Platforma Jinan a Êlihê tevlî rûniştinê bûn. Heyeta dadgehê ji ber ku di rapora Saziya Tiba Edlî ya ku ji bo N.K.’ê dabû de kêmasî hene û ji bo ev kêmasî bên temamkirin biryara girtina bersûç berdewam bike da û rûnşitin taloqî 27 îlonê kir. Piştî rûniştinê Platforma Jinan a Êlihê li ber edliyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê jinan civaknasa Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a SELÎS’ê Rana Şeker daxuyanî xwend. Şeker diyar kir ku, li hemberî jinan her roja ku diçe şiddet zêde dibe û got ku li her qada jiyanê jin rastî tecawiz û tacîzê tên.
Şeker anî ziman ku, zarokên keç bi zanebûn rastî tecawizê tên û got di encama çanda tecawizê de li jinan viya tê ferzkirin. Şeker, wiha got: “Kesên zaroka 13 salî N.K. ku revand û bi awayekî hovane tên îstîsmarkirin. Bê gûman ev kes da zanin ku, hijmendiya serdestiya zilam a dewletê li pişta wane. Lê ew nizanin ku dê saziyên jinan ên bi rêxistinkirî bibin şopdarê van dozan. Em wek rêxistinên saziyên jinan bi hemû hêza xwe li cem N.K. ne. Beden nasname û çanda me ya me ye. Em dê tu destûrê nedin van bûyeran û bi tu awayî ne mafê zilamane ku biryarek van dozan bidin.”