"Doza KCK'ê" ya Amedê dewam dike

"Doza KCK'ê" ya Amedê dewam dike

Rêveberê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê yê DTP'ê Alîcan Onlu bersiva delîlên derbarê wî de hatin xwendin da û wiha got: “Niha mîkrofon de destê me de ye û zimanê me ji dîl girtinê xilas bû. Em niha dîl hatine girtin û hêj edalet nehatiye. Berî pêvajoya çareseriyê cemaat û AKP xwedî li van operasyona derdiket lê niha xwedî van operasyonan dernakeve. Doza KCK'ê niha weke zarokê li ber mizgeftê bêxwedî mayî ye. Hemû kesên diçin mizgeftê xwedî lê dernakevin. Ji ber ku ev barekî giran e. Ev bar li pişta we kiriye. Hûn nekevin bin vî barî."

Rûniştina doza "Qirkirina siyasî" ya ku di navde parlamenter, şaredar, rêveberên BDP'ê, rojnameger û parazvanên mafên mirovan jî hene 98 jê girtî 175 siyasetmedar tên darizandin li 6'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş jî di nav de 27 kesên girtî tercûman û malbat û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de delîlên derbarê Rêveberê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê yê DTP'ê Alîcan Onlu de hatin xwendin. Di nav delîlên Onlu de merasîmên cenazeyên HPG'iyan, daxuyaniyên çapemeniyê, tevlîbûna mîtîngan, tevlîbûna kampanyaya ziman, binçavkirin û darizandinên wê yên borî, şermezarkirina operasyonên dersînor û kesên di çalakiyan de hatin qetilkirin, îfadeyên şahidinê nepen ên "Rêveberê rêxistinê ye. Di aliyê felsefîk de kur e. Di nava DTP'ê de dixebite. Di nava partiyê de weke fîlozof tê zanîn", belgeyên di lêgerînê de hatin destserkirin, şandina pere ya di nava partiyê de, axaftinên telefonê û analîzên siyasî yên di gundariya derdorê de hatin bidestxistin hemû weke xebatên "KCK/TM'ê" hatin nîşandan.

Onlu bi zaravayê kirmanckî yê kurd bersiva delîlan da û diyar kir ku berê li Tirkiyeyê hişmendiya "Tirkî baaxive gelek biaxive" hebû û wiha got: “Lê bi têkoşîna hat dayîn em niha dikarin bi zimanê xwe biaxivin. Li vê dadgehê 4 salan mîkrofon ji destê me hate girtin. Niha mîkrofon di destê me de ye û zimanê me jî dîl girtinê zilas bû. Em niha dîl hatine girtin û hêj edalet nehetiye. Berî pêvajoya çareseriyê cemaat û AKP xwedî li van operasyona derdiket lê niha xwedî van operasyonan dernakeve. Doza KCK'ê niha weke zarokê li ber mizgeftê bêxwedî mayî ye. Hemû kesên diçin mizgeftê xwedî lê dernakevin. Ji ber ku ev barekî giran e. Ev bar li pişta we kiriye. Hûn nekevin bin vî barî." Onlu pişt re bersiva sûçdariyên têkildarî li ser wî tên gotin û wiha axivî: "Çalakiyên ez tevlîbûn hemû çalakiyên partiya me DTP'ê yên zagonî bûn. Birêz Bayram Altun di parastina xwe de behsa vê mijarê kir. Rewşa şahidên nepen ji aliyê parêzer û hevalên me ve hatin belgekirin. An baweriyê bi me bînin an jî şahidên nepen." Onlu, da zanîn ku parastina berfireh dê piştî hemû delîl dema hatin xwedin bike. 

Ji rûniştinê re navber hate dayîn.