Doza "KCK"ê dewam dike

Doza "KCK"ê dewam dike

"Doza KCK'ê ya Bingehîn a Stenbolê" bi parastina endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mûstafa Avci dewam dike.

Runiştina 5. a "Doza Bingehîn a KCK'ê ya Stenbolê" li 15.Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Saziyên Ceza yên Sîlîvrîyê dewam dike.

Di dozê de li gel endam û rêveberên BDP'ê, akademîsyen, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan 111 jê girtî 205 kes tên darizandin û rûniştina îro bi destnîşankirina nasnameyan destpê kir. Siyasetmedarên Kurd nasnameya xwe bi zimanê Kurdî rave kirin.

Dûre li ser navê siyasetmedarên Kurd endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mûstafa Avci bi rêya wergervan parastina xwe bi zimanê dayika xwe Kurdî kir.

Avci da xuyakirin ku weke welatiyekî vî welatî mafê wan jî heye jiyaneke mirovane bijîn û destnîşan kir, ku divê dewlet ji bo kes û civakê hebe. Avci got, "Di pergalên hemdem de, herkes wekhev tên dîtin, gelên mazlûm jî tên parastin."

Avci ragihand ku dewleteke cihêkariyê bike, rewabûna wê mijara nîqaşan e û got, "Heta roja îro dewlet bi ferasete yekalî hat rêvebirin. Kurd û gelên din hatin înkarkirin. Eger li welatekî, deshilatdariya siyasî û civakî li cihekî kom bibe, wê faşîzm derkeve holê. Ji bo guhertina vî mejiyî em têdikoşin."

"KCD RÊXISTINEKE HEYÎ Û REWA YE"

Avci di parastina xwe de rewşa Kongreya Civaka Demokratîk KCD ku di gilînameya dozgeriyê de weke "rêxistinek dijqanûnî" tê bi nav kirin nirxand û destnîşan kir ku KCD bi civata xwe ya ji rêxistinên cûda û nêrînên cûda, rêxistineke rwa ye û ji bo demokrasiyeke rastîn têdikoşe.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mûstafa Avci diyar kir ku KCD ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd têdikoşe.

Parastina Avci, ku tê de behsa pirsgirêkên çandî û zimanê dayikê jî dike, dewam dike.