DOKH: Em ê têkoşînê bidomînin

DOKH: Em ê têkoşînê bidomînin

Endamên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) diyar kir ku li hember êrîşên cinsî bêdeng namînin, wê li qadan têkoşîna xwe bidomînin û li hember polîtîkayên rizandinê têbikoşin.

Endamên DOKH'ê der barê êrîşên cinsî ku di demên dawî de li herêmê zêde bûne li avahiya BDP'ê ya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvebera BDP'ê ya Wanê Muyesser Uras diyar kir ku çawa li hember êrîşa cinsî ya li Çewlikê bêdeng nemane wê li hember êrîşa cinsî ya navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê bêdeng nemînin û wiha got: "Tecawiz ji aliyê cerdevanên dewletê ve pêk hatiye. Ev tecawiz li dijî nasname, nirx û îradeya gelê Kurd pêk hatiye. Di şexsê jinê de biçûkxistina civakê, bi destê cerdevanan pêkanîn di encama polîtîkayên sîstematîk de tên meşandin."

Uras destnîşan kir ku cerdevanî tê teswîqkirin û wiha pêde çû: "Di pêvajoya çareseriyê de cerdevaniyê teşwîq dikin, bêtir xesp û talan tê pêşxistin. Weke jinên Kurd em ê li hember polîtîkayên rizandinê, çanda tecawizê, her roj li kolanan bin û li hember zîhniyeta xespkirinê têbikoşin.

Di civîna çapemeniyê de hat ragihandin ku wê di 8'ê Tîrmehê saet di 16:00'an de li ber Mavî Plazayê meşekê li dar bixin û banga tevlîbûna ji bo meşê hat kirin.