DOKH’ê ji bo hilbijartinên herêmî dest bi xebatan dike
DOKH’ê ji bo hilbijartinên herêmî dest bi xebatan dike
DOKH’ê ji bo hilbijartinên herêmî dest bi xebatan dike
DOKH’ê derbarê hilbijartina herêmî ya 30'ê Adara 2014'an de daxuyanî da. Aktîvîsta DOKH'ê Fatma Kaşan diyar kir ku, li Tirkiyeyê nûnertiya jinê pir kêm me û dê di hilbijartina 2014'an de sîstema hevserokatiyê esas bigrin.
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) di derbarê hilbijartina herêmî ya li Tirkiyeyê 30'ê Adara 2014'an pêkbê de li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de aktîvîstên DOKH'ê û însiyatîfa dayîkên Aştiyê amade bûn. Aktîvîstên DOKH'ê Pelîn Yilmaz, Fatma Kaşan Sakîne Kayran û jinên BDP'î jî amade bûn.
Di civînê de Fatma Kaşan diyar kir ku, pevajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, yek alî pêş ketiye û AKP'ê di vê demê de rola xwe nelîstiye. Kaşan da zanîn ku, hilbijartina herêmî di 30'ê Adara 2014'an pêk tên û wiha got: "Em bi feraseta rizgarbûna demokratîk û avakirina jiyana azad têdikoşin û wiha dewam kir: "Modela xweseriya demokratîk ji bo gelê Kurd û jinên Kurd diyarkirina statûya xwe û rêvebiriya civakê ye. Em dê vê ferasetê ji xwe re bikin sîstem. Bi vê ferasetê azadbûna jinê û xweseriya demokratîk ava bikin. Li Tirkiyeyê nûnertiya jinê pir kêm e.
Kaşandestnîşan kir ku, li tevahiya Tirkiyeyê 26 şaredar jin ûn û ji van 26 şaredaran 15 şaredarên jin BDP'ê ne. Kaşan da zanîn ku, 18 jin endamê Meclisa Giştî ya Bajar, û 193 jin jî endamê meclîsa şaredariyê ne û wiha berdewam kir: "BDP ji aliyê nûnertiya jinan ve ji partiyên din pêşketîtir e. Li Tirkiyeyê cara yekemine kotaya jinê derdikeve ji sedî 40'an. Di sîstema hevserokatiye de nûnertiya jinê ya hevpar û hêza polîtîkbûna jinê me derxist holê. Têkoşîna me ya li hemberî hişmendiya zilam em anîn vê astê. Ev pêkanîn ji bo me şoreşek bêhempa ye. Di vê bingehê de stratejiya hilbijaritina şarederiyê de emê modela hevserokatiyê esas bigrin."
Kaşan daxuyand ku, berê kotaya jinan 23 hat diyarkirin û piştre li gorî pêvajoyê li tevî navçe û bajaran ev hejmar bû 32. Kaşan destnişan kir ku, xebata hevserokatiyê li tevî herama didome û wiha dewam kir: "Di siyaseta herêmî de hevserokatiya şarederiyan ji bo me hemleyek mezine. Divê bingehê de serlêdana endamên endamtiyê heta 30'ê mijdarê dê bidome. Ji bo endamtiyê pîvan û krîter rizgarbûna bîrdoziya jinê ye. Têkoşîna azadiya Kurd û hêzên têkoşînên demokratîk, bi ferasata yekîtiya netew tevgerandin ji bo endamê endamtiyê esas e. Di vê bingehê de nêzikatiya li hemberî jinê pîvanên welatpareziyê ye."
Kaşan herî dawî pirsên rojnamegeran bersivand û anî ziman ku, serlêdanên bernamzetan didome û dê namzetên şaredariyê ji aliyê gel ve bên hilbijartin.