Divê Ocalan bi lezgînî were berdan
Divê Ocalan bi lezgînî were berdan
Divê Ocalan bi lezgînî were berdan
Dema pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, yek ji modêlên dikeve rojevê modêla Baskê ye. Ji ber ku gelê Baskê di nava du dewletên mêtînger Fransa û Spanyayê de, ji bo parastina nasnameya xwe têkoşînek mezin daye. Herçend li herêmê xweseriyek heye jî, tevgera Baskê vê yekê têr nabîne, ji ber mafê diyarkirina çarenusa xwe, nayê naskirin.
Piştî ku ETA'yê biryar da dawî li têkoşîna çekdarî bîne, li Baskê têkoşîna siyasî ket qonaxeke nû. Koordînatorê Têkiliyên Navnetewî yê Partiya Sosyalîst a Baskê SORTU Gorka Elejabarrieta Diaz, ji me re pêvajoya tevgera Baskê, xweserî û di çarçoveya diyarkirina mafê çarenûsê de rewşa heyî ya pirsgirêka Kurd, kir nirxand. Diaz da xuyakirin ku bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re ew qonaxa heyî ya pirsgirêka Kurd gelekî girîng dibîne û destnîşan kir ku, ji bo pêvajo bimeşe, divê hemû etnîsîte di destûra bingehîn de bên ewlekirin, wekhev bên dîtin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan.
Li dijî faşîzma Franco, têkoşîna Baskê çawa destpê kir?
Dema rêveberiya Franco hat ser dest hialtdariyê, hemû welat weke Spanya îlan kir û herêma Baskê ji nedîtî ve hat. Çanda me zimanê me qebûl nekir, mîna ku em tune ne, tevgeriya. Mîna ku her kes Spanî ye, tevgeriya. Beriya Franco, rêveberiya Baskê derket deveyî sînor û hewl da pirsgirêkê li nava civata navneteweyî vebêje. Ev, Partiyeke Xiristiyan, Demokratîk û Neteweperest bû. Di dawiya salên 1950 de, ji nava tevgera neteweperest a Baskê komeke ji ciwanên çepgir û pêşverû derket holê û dan xuyakirin ku partiya Baskê ya li sirgunê, bi têra xwe li dijî rejîma Franco tênakoşe. Di sala 1959'an de weke rêxistinbûyîneke çandî ETA derket holê. Piştî demeke kin ETA ji bo welatê Baskê di nava çîna karkeran de reh berda û veguherî rêxistineke çekdarî. Di rojeva vê tevgerê de hem rizgariya civakî ya Baskê heye hem jî rizgariya neteweyî heye. Yên ev tevgera rizgariya neteweyî avakirin, pirraniya wan ji çanda çepgiriyê hatine.
MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE
Baş e we statuya xweser çawa bi dest xist?
Hîn xweseriyeke me ya têrker nîn e. Sîstemeke otonom heye, lê mîna sîstema xweser, xwedî rêveberiyekê nîn e. Di nava sîstema Baskê de sê sîstemên cuda hene. Sîstema yekemîn li beşa Fransayê, parçeyê wê yê duyemîn li Spanyayê. Li nava Spanyayê herêmeke otonom a Baskê heye û li herêmeke din a Spanyayê beşekê wê ya din heye.
Fuero yên Baskê çi ye?
Fuero, belê sîstemek bi şiklekî xweser e. Di hin mijaran de erkan dide, lê em ne xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne. Li beşeke Spanyayê herêmeke otonom a Baskiyan heye, wekî din di aliyekî din ê Spanyayê de jî beşek heye. Di beşa otonom de hem parlamenta me heye hem jî rêveberiya me ya herêmî. Lê belê ev têra me nake. Bi tenê ne li du herêman, em dixwazin li hemû herêmên Baskî lê ne, xwedî mafên rêveberiyê bin. Ev ne mafê ku hukûmeta Spanyayê bide me, ev mafê me bi xwe ye. Lê belê destûra bingehîn a Spanyayê li ser hêza artêşê hatiye avakirin. Ev tê wê wateyê, ku herêma Baskê wê di dema nêz de bi tu awayî nikaribe çarenûsa xwe diyar bike. Belê em xwedî otonomiyê ne, dibe ku em xwedî otonomiya herî bedew a cîhanê ne, lê belê ev otonomî destûrê nade em çarenûsa xwe diyar bikin.
EGER JI SEDÎ 80 YÊ GEL XWEDÎ LÊ DERKEVE...
Em dewleteke Baskê ya Sosyalîst û Serbixwe dixwazin. Niha pêvajoyeke aştiyê heye, lê em rizgariya welatê xwe dixwazin. Di çarçoveya şert û mercên objektîf de me biryar da têkoşîna çekdarî nemeşînin û ji bo wergirtina vî mafî têkoşîna polîtîk dimeşînin. Em ê xwepêşandanan bikin, tevlî hilbijartinan bibin, xwe birêxistin bikin û bi her şêweyên têkoşînê re li mafê xwe bigerin.
Sedemên objektîf ên têkoşîna çekdarî dan rawestandin çi bûn?
Ev biryar ji aliyê ETA'yê ve hat girtin û têkoşîna çekdarî bi temamî da rawestandin. Ji ber ku ji sedî 80'yî gelê Baskê xwedî li mafê diyarkirina çarenûsa xwe derket. Piştî ku ETA ev rastî dît, biryara rawestandina çêkoşîna çekdarî li ser du bingehan da rûniştandin: 1- Ji bo statuya heyî were mezinkirin, qadeke diyalogê bê afirandin, 2- Welatê Baskê xwe ji rewşa parastinê rizgar bike û di ware siyasî de têkeve pozîsyoneke çalak, bandorê li beşên mezin ên civakê bike û wan tevlî têkoşînê bike.
TC JI ŞEV HETA SIBÊ TIŞTEKÎ NAGUHERÎNE
Li gel pêvajoya çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û tevgera Kurd berpirsyariyên xwe bi cih anîn jî, hukûmeta Tirk tu gavan neavêje. Divê ev çawa were xwendin?
Tevgera Kurd ket nava diyalogeke nû. Ev bêguman têkoşîneke dirêj e. Em ji ezmûnên xwe dizanin, ku dewleta Tirk ji şev heta serê sibê tiştekî naguherîne. Şaş e ku mirov polîtîkayeke nû ji wan hêvî bikin. Ev yek ancax bi têkoşîna herdemî ya tevgera û gelê Kurd dibe.
Li gorî we, şertê rêveçûna pêvajoyê çi ye?
Niha em di nuqteyeke baş de ne. Rewşeke objektîf heye û ji vê rewşa objektîf dikare tevgereke nû derkeve. Têkoşîna çekdarî, yekane navgîna têkoşîna polîtîk nîn e, bi tenê yek ji navgînane. Niha dem hatiye, ji bilî têkoşîna çekdarî, navgîneke polîtîk were bikaranîn. Ji bo pêvajo bimeşe, divê hukûmeta Tirk destûreke bingehîn a nû ya ku mafê hemû etnîsîteyan ewle dike derxe û ji bo şert wekhev bibin Abdullah Ocalan serbest were berdan. Em dixwazin Abdullah Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî azad di pêvajoyê de cih bigire.
Hûn berxwedana Parka Gezî çawa şîrove dikin?
Ez di wê baweriyê de me ku berxwedaneke bi heybet bû. Li vê derê bûyerên mezin diqewimin. Ez di wê baweriyê de me ku, li Tirkiyê teqez di warê civakî de guhertinên bingehîn pêk were. Ez di wê baweriyê de me ku ev hemû tiştên dibînim, wê hem li Tirkiyê hem jî li Kurdistanê rê li ber guhertinên civakî vekin.