'Divê hemû mayin bên rakirin'

'Divê hemû mayin bên rakirin'

Komîsyona Vegera Gundan, xemgîniya xwe ya ji ber mirina Mûgdat Çavmak a ji ber teqîna mayinê li Colemêrgê anî ziman û xwest, erdê mayinkirî tavilê bê paqijkirin û li gundên bê erd werin belavkirin.

Komîsyona Vegera Gundan a ji Baroya Amedê, Şaxê ÎHD'ê ya Amedê, GOÇ-DER a Amedê Koordînasyona TMMOB a Amedê û Odeya Tabîban a Amedê pêk tê, der heqê zarokê bi navê Mûgdat Çavmak ê çend roj berê li Colemêrgê ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest da, li avahiya Odeya Tabîban a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna çapemeniyê de nûnerên gelek saziyan amade bûn û li ser navê saziyan Serokê GOÇ-DER a Amedê Vecîh Aydogan daxuyanî xwend. Aydogan bibîr xist ku di rojên aştî nêz dibe de zarokekî din ji ber mayinê jiyana xwe ji dest da û got, "Ev yek me gelekî xemgîn dike. Mayinên li herêmê, astengiya herî mezin a li pêşiya vegera gundan e. Piştî salên 90'î li hemû cih û waren hatin valakirin, xeta sînor û derdorên qereqolan bi hezaranmayin hatin bicihkirin û ev mayin xeteriyeke mezin diafirînin."

Aydogan da xuyakirin ku di çarçoveya  Peymana Qedexekirina Mayinan a Ottowa de, divê Tirkiye erdên mayinkî paqij bike û van deveran veguherîn erdên çandiniyê. Aydogan got, "Pêwîste dewlet hemû mayinên li nava sînorê xwe paqij bike. Di vê çarçoveyê lazime nexşeya mayinên hatine bicihkirin ji raya giştî re bê eşkerekirin û tavilê mayin bên rakirin. Divê erdên ji mayinan hatine paqijkirin li gundiyên bê erd werin belavkirin."