Di şerê navbera DAIŞ û rejîmê de bi dehan kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrîşa DAIŞ’ê ya li bajarê Hamayê yê Sûriyeyê, bi kêmanî 52 kesan jiyana xwe ji dest dane û di şerê rojhilatê Helebê de jî ji herdu aliyan 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) a ku xwe dispêre kesên ji herêmê, li bejahiya Hamayê çeteyan êrîşeke mezin pêk anîne.

Li gorî SOHR’ê bi kêmanî 15 sivîl û 27 milîsên rejîmê jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşê de nasnameya 10 kesan jî nehatine zelalkirin.

Li gorî îddîaya SOHR’ê li rojhilatê Helebê di şerê ligel DAIŞ’ê de ji her dua liyan 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.