Di salvegera 70. a Hîroşîma de dewleta Tirk hat şermezarkirin
Di salvegera 70. de bikaranîna bombeya atomê li Hîroşîma ji aliyê emperyalîzma DYA ve, li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de, ji bo Hîroşîma û Nagazakî yên nû rû nedin bang hat kirin.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF
STOCKHOLM
în, 7 gelawêjê 2015, 07:06
Di salvegera 70. de bikaranîna bombeya atomê li Hîroşîma ji aliyê emperyalîzma DYA ve, li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de, ji bo Hîroşîma û Nagazakî yên nû rû nedin bang hat kirin û dewleta Tirk a bombeyan li ser Başûrê Kurdistanê dibarîne hat şermezarkirin.
Li Parka Ralambshov a li navenda Stockholmê, duh êvarê rêxistinên aştiyê yên li Swêdê xwepeşandanek lidar xistin. Nûnerên rêxistinan di axaftina li vir de ragihandin ku emperalîzma DYA di dawiya Duyemîn Şerê Cîhanê de ji bo çavê cîhanê bitirsîne bombeya atomê avêtiye Hîroşîma û Nagazakî. Qisekeran xwestin, biçekbûyîna nukleerî bê qedexekirin.
Di çalakiya bi moderatoriya Ferah Bozcali ya rji rêxistina dijberê şer a bi navê "Ji bo aştiyê jin" de dirûşmên "Ji şer re na, ji aştiyê re erê" û "aştî hema niha" hatin qîrîn. Bozcali di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku tevî peymanên navneteweyî yên piştî bikaranîna bombeya atomê li hemberî Japonya, hatin morkirin jî biçekbûyîna nukleerî dewam kiriye û ba lkişand ser bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn.
DEWLETA TIRK ÇEKA KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE
Bozcali ragihand ku rejîma Saddam di sala 1988'an de li Helepçeyê çeka kîmyewî bi kar anî û bi hezaran Kurd qetil kir. Bozcali da zanîn ku dewleta Tirk jî li Kurdistanê li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar aniye û ragihand ku bi bombekirina Roboskî û Zergelê re bi dehan sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Leyla Dûman di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber bombeyên atomê yên di 6'ê Tebaxa 1945'an del i hemberî bajarên Hîroşîma û Nagazakî yên Japonyayê hatin bikaranîn, zêdeyî 250 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov seqet man.
Dûman pirsa 'bikaranîna bombeya atomê li hemberî welatekî li ber teslîmbûyînê bû, gelo pêwîst bû ku DYA hêza xwe nîşan bide?' kir û got, "Dema mijar şer be, pêwîstî bi nîşandana hêzê tê dîtin. Sedema wê gelekî hêsan e: Çekên nukleerî bi pereyekî mezin hatin çêkirin û diviyabû ev çek bihata ceribandin. Cara yekemîn ji bo tinekirina gelekî çeka nukleerî hat bikaranîn, lê belê nebû cara dawî."
LI HELEPÇEYÊ HÎROŞÎMAYEKE NÛ BI SERÊ ME DE HAT
Dûman di dewama axaftina xwe de got, "Em Kurd di wê baweriyê de bûn ku di demên modern de ders ji bûyerên berê qewimîne hatiye derxistin. Lê belê di 16'ê Adara 1988'an de li Helepçeyê me Hîroşîmayeke nû jiya. Bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û seqet man. Di roja îro de dewleta Tirk li hemberî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, lê belê cîhan vê ji nedîtî ve tê. Em ciwan li dijî çekên nukleerî derdikevin. Em ji şer re dibêjin na û dixwazin mijarên li ser lihevkirin nîne, bi rêbazê aştiya werin çareserkirin."
Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî bi vegotina bombeyên atomê yên sala 1945'an re bal kişand ser bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê.
Gorgu bibîr xist ku çeteyên DAIŞ û Boko Haram ên ser bi El Qaîdeyê li Iraq, Sûriye û Nîjeryayê komkujiyên hovane dikin û got, "Îro ew li Rojhilata Navîn û Afrîkayê komkujiyan dikin. Eger em li hemberî wan dernekevin û wan qels nekin, ev komkujî wê sibe li Swêd û Ewropayê rû bidin."
Gorgu bal kişand ser komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê li Sûriye û Şengalê pêk anîne û da zanîn ku dewleta Tirk jî li Roboskî 34 ciwanên Kurd bi bombekirinê û ehrî dawî li Başûrê Kurdistanê nêzî 10 sivîl bi bombebaranê qetil kir.
Gorgu bang li hemû rêxistinên aştiyê kir ku li dijî bomberdûman û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, derkevin.
JI BO XWEPÊŞANDANA PROTESTOKIRINA DEWLETA TIRK BANGA TEVLÎBÛNÊ
Rêxistinên aştiyê yên çalakî bi rêxistin kirin, banga tevlîbûna xwepêşandana 8'ê Tebaxê ya li Stockholmê ji bo şermezarkirina bomberdûmanên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê tê lidarxistin, kirin. Xwepêşandan wê roja Şemiyê saet di 13:00 de li Parka Humlegardenê pêk were.
Di vê navberê de, roja 5'ê Tebaxê ji ber ku hikûmeta Fînlandiyayê destûr da li bajarê Pyhajokî yê Fînlandiyayê santraleke nû ya nukleerî bê çêkirin, li bajarê Skelleftea yê Swêdê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin.