Di rûniştina yekemîn a Parlamenta Başûr de alozî

Di rûniştina yekemîn a Parlamenta Başûr de alozî

Parlamenta nû ya herêma Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinan civîna xwe ya yekemîn lidar xist û parlamenteran sûnd xwar. Lê parlamenterên Îslamî ji bo xwendina sirûda Ey Reqîb ranebûn ser xwe, lewre alozî derket.

Piştî hilbijartinên 21'ê Îlonê, parlamenta nû ya herêma Başûrê Kurdistanê civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Civîna ku bi armanca sozdayînê û hilbijartina Desteya Serokatiyê Meclîsê hate lidarxistin, bi serokatiya perlementerê PDK'ê Sadiq Sûrcî ku endamê herî mezin ê parlamentoyê ye destpê kir. Civîna perlemanê bi xwendina sirûda netewî "Ey Reqîb" dest pêkir, lê di dema xwendina sirûdê de perlementerên komên Îslamî ranebûn ser xwe û gotin ku ev ne sirûda netewî ye. Ji ber vê yekê alozî derket. Di dema sûnd dayînê de jî endamê parlemanê Mehmûd Sinkawî ji ber ku peyva "Kerkûk"  bilêv kir, sûnda wî nehat pejirandin û jê hate xwestin ku sûnda xwe careke din bixwîne.

Li gorî madeya 49'an ya zagona hilbijartinê ya sala 1992'yan, pêwîst bû ku di rûniştina yekemîn a perlemanê de, serok, cîgirê serok û sekreterê perlamanê bihatana hilbijartin, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de ev madeya zagonê pêk nehat.

Di dema rûniştinê de gelek mamosteyên zanîngehê û çalavanên sivîl, ji ber ku hikûmetê ji bo perlemana berê 49 milyon dînar serf kiribûn, li pêşiya avahiya perlemanê xwepêşdandan lidar xistin.