Di qada werzêşê de sîstema hevserokatiyê xebatê dimeşîne
Di qada werzêşê de sîstema hevserokatiyê xebatê dimeşîne
Di qada werzêşê de sîstema hevserokatiyê xebatê dimeşîne
Di Werzişa Şaredariya Razen de sistema havserokatiyê dest bi xebatên xwe dike. Hevserok Sema Koç anî ziman ku modela sistema di nava sazî û civakan de feraseta li ser jinê dê bide guhertin û di nava hemû saziyan de bibe mînak.
Bi xweseriya demokratik re sîstema hevserokatiyê ku hatiye destpê kirin di qada werzîşê de jî cihê xwe girt. Werzîşa Şarêdariya Navçeya Razen saleke xebatên xwe bi sistema hevserokatiyê dimeşînin. Hevseroka Werzişa Şaredariya Razen Sema Koç diyar kir ku lazime di hemû qadan de sistema hevserokatiyê were li darxistin. Hevserokê Werzişa Şaredariya Razen Sebahattin Kizilkan jî diyar kir ku bi sistema hevserokatiyê di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de gava yekem davêjin.
'SISTEMA HEVSEROKATIYÊ FERASETA ŞAŞ A LI SER JINÊ DIKUJE'
Hevseroka Werzişa Şaredariya Razen Sema Koç diyar kir ku modela hevserokatî di hemû saziyên wan de bibe wek minakek û di nava sazî û çivakên de feraseta li ser jinê dê bide gorandin û wiha got: "Di beşa werzişê de zihneyeta nêr ji xwe serdeste. Em jî di qada werzîşê de bi sistema hevserokatiyê bi destê jinê rengê bidin werzîşê. Emê bi vê pergalê şeklekî havil ji bo xizmeta gel bi xebat dê were kirin. Em ê xabata werzişê ne bi azwer û bi hêrsa biserketinê, piranî ji bo faliyeta çivakî li darbixin."
'BI SERKETÎ PARÇEYÊK JIYAN E'
Koç, anî ziman ku armenç ewe ku ciwan xwe bi şeklekî baş derbirin bikin û wiha berdewam kir: "Sistema hevserokatiyê di serî de ne hat famkirin. Di nava çivakê de sistema hevserokatiyê wek posisyona alîkarek dihat ditin. Em dikarin bi bêjin ku feraset û têgihê di navenda zihniyeta mêr de hat guhertin. Di demên ku sistema hevserokatiyê destpê kiriye û şunde kuluba me gelek lêstikvanan transfer didin. Edî jinên me yên ciwan xwe di qada werzîşê de tenê nabinin."
Hevserokê Werzişa Şaredariy Razen Sabahattin Kizilkan jî diyar kir ku sistema hevserokatiyê di Tirkiyê û heremê de care yekeme û wiha axivî: "Me bi pêşniyariya Seroka Şaredariya Razen Yuksel Baran li kuluba werzişê sistema hevserokatiyê lidarxist. Wek ku tê zanin sistema hevserokatiyê di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de cara yekeme. Jin di kijan sazî de cih bigirin ev cih biserketi ye. Cihê ku jin lêhebin rêk û pêk, disiplin û rêzgirtin heye. Me xwest di qada werzişê de jî jin rengê xwe bidê." Kizilkan bi lêv kir ku di salên pêş de xabatên hevserokatî bi bi şeklekî resmî berdewam bikin û ji hemû qilubên werzîşê re bibin minak.
'DI KULUBEYA WERZIŞÊ DE SISTEMA HEVSEROKATIYÊ BAŞTIRE '
Lêstikvana qilubeya basketbola Werzîşa Şaredariya Razenê Alena Çelik (15) destnişan kir ku wek lêstikvaneka jin di beşa werzîşê de zahmetî dikşînin û wiha axivî: "Lê bi hatina hevseroka jin kefxweşin û wiha doman. Seroka kuluba me Sabahatin ev 2 salin ji me re serokatiyê dike. Em ji serokê xwe qayilin. Lê em wek lestikvaneka jin di beşa werzîşê de zahmetiye dijîn. Serokeka jin hat ji bo me çêtir çêbû. Em wek jinan dikarin hemû pisgirêkên xwe binin ziman û cihe ke wek kulube werzişê sistema hevserokatiyê baştire."
Lêstikvana kulubeya basketbola Werzîşa Şaredariya Razenê Zilan Gulsum (14) jî wiha axivî: "Ez 4 salin di Werzêşa Şaredariya Rezan beşa basketbolê de dileyizîm. Ne li Tirkiyê û ne li cihanê sistema hevserokatiyê tune ye. Sistema hevserokatiyê ku ji alî Şaredariya me ve hatiye pêşniyar kirin em pir bi şanaz û kêyfxweşin. Pirgirên ku em nikarin ji serokên mêr yan jî mamostên xwe yên mêr e bêjin bi rahati ji sekoka ji a kulubê re parvekin."